2 milyon karkerên tekstîlê beşeke wan a zêde bê sendîka ne, ewlehiya wan a tendirustiyê tune û di şertên xerab de dixebitin. Di şewbê de jî ev karker bênavber xebitîn.

Li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon karkerên tekstîlê hene lê ji 30’ê Nîsanê de dema li Tirkiyeyê derketina derve hatiye qedexekirin û her der girtî ne, karker hefteyê 6 rojan diçin kar. Li atolyeyên tekstîlê yên biçûk rewş xerabtir e. Ev karker ligel şertên giran ên xebatê, meaşê wan nêzî sînorê birçîbûnê ye. Tirkiyeyê di sala 2020’an de di sektora tekstîlê de ji sedî 16.5 îxracat kir. Ev karker ji mafên sendîka û civakî bêpar in û jiyana xwe qet ne memnûn in. Li gorî daneyên Wezareta Xebat û Xizmetên Civakî di sektorê de 1.167.918 karker dixebitin. Dema karkerên bêqeyd jî li van tê zêdekirin ev hejmar digihêje 2 milyonan. Em bi karkerên atolyekeke li Îkîtelliyê ya Kuçukçekmeceyê li ser vê rewşa wan axivîn. Ji nîvî zêdetirê karkeran koçber in û yên din jî Kurd in.

Ayşe P. 18 sal in di tekstîlê de dixebite, tevî malbata xwe koçî Stenbolê kirine, ev 3 sal in sîgortaya wê heye. Ayşe P. dibêje “Xebatkara herî kevn a li vir ez im, ji ber vê sîgortaya min tê çêkirin. Piştgiriya vê sektorê nayê kirin. Ji bo ku werim kar berê li metroyê siwar dibim, piştre jî li otobusê. Dibêjin ji ber şewbê bila her kes li malê bimîne lê ê min derfetekî min ê wisa tune. Her roj tevî sedan kesan em li metroyê siwar dibin. Dê û bavê min li malê be jî ez li derve dixebitim. Ez nexweşiyê dibim ji wan re. “

DESTÛRA WAN TUNE LÊ NEÇAR IN BIXEBITIN

Karkerên koçber naxwazin biaxivin. Destûra wan a xebatê tune. Ji bo ku polîs wan negire, neçar dimînin dimeşin. Meaşê wan ji yê din hindiktir e û gelek ji wan zarok in. Hosteyê atolyeyê dibêje “Destûra wan a xebatê tune lê neçar in ku bixebitin. Sektora herî hêsan tekstîl e. Ev pîşeyek e. Kesên zanîngeh qedandine naxwazin li vir bixebitin lê ji ber vê jî bêtalî heye. Dibêjin ez li dijî karkirina zarokan im lê ez wisa lê nanihêrim. Li Tirkiyeyê ev ne wisa ye. Di dema qedexeya derketina derve û biryara mayîna malan de jî em neçar in bixebitin. Alîkarî nayê dayîn. Li atolyeyeke ku 30 xebatkarên wan hene em ê çawa meaşê wan ê mehekê bidin.”

Mahmût Şeker (53) teqawitbûyî ye. Ev salek e teqawit bûye lê dixebite. Şeker dibêje “Min berê nobedarî dikir. Êdî wî karî jî bi min nadin kirin. Di van şertan de ji min xwestin ez li malê bimînim lê kes nabêje ma tu dikarî debara xwe bikî. Ji bo ku ez ji mal werim vir berê li metrobusê, piştre li metroyê û piştre jî li mînîbusê siwar dibim. Ez ê çawa xwe ji vê nexweşiyê biparêzim?”

Karkerên din naxwazin biaxivin. Atolyeyên din jî nahêlin ku em têkevin hundir.