Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasî yê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di konferansa yekemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî û got: “Di tu dîrokan de, nehatiye nivîsandin ku di nava êrîşan de sîstema perwerde were avakirin û pêşxistin. Lê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li ser esasê sîstema Netewa Demokratîk sîstema perwerde hate pêşxistin.”
Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava pêvajoyeke girîng de derbas dibe û wiha dewam kir:“Dewletên dagirker li dijî Şoreşa Rojava êrîşên herî hovane didin meşandin. Herî dawî li ser herêma Efrînê êrîş hat kirin. Berxwedana 58 rojan ku niha jî li Şehbayê dom dike di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin û hîn jî ev berxwedanî tê nivîsandin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek gavên mezin tên avetin. Yek ji wan gavan perwerdekirina nifşên nû ye. Sîstema perwerdeyê li Rojava li ser esasê çanda Netewa Demokratîk tên avakirin. Bi perwerdekirina nifşên nû bingeha civaka nû tê afirandin. Li dijî sîstema yekperestî û desthildarî alternatîfa sîstema xwendina demokratîk bi pêş dikeve.”
‘Çete zarokan bi hişmendiya Islama siyasî perwerde dikin’
Aldar Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser dibistanên li Bab, Cerablûs û Idlibê yên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û ev nirxandin kir:“Çeteyên dagirker li Bab, Cerablûs û Idlibê zarokan bi hişmendiya Islama siyasî perwerde dikin. Wan zarokan ji bo pêşarojê dixwazin bi kar bînin. Niha li ser Efrînê jî bi guhartina demografî heman tiştî dixwazin pêk bînin. Lê li Bakur Sûriyê li ser esasê Netewa Demokratîk a ku hemû gelan di nava xwe de dihewîne, nifşên nû têne perwerdekirin.”
‘Sîstema Netewa Demokratîk wê armanca dagirkeran têk bibe’
Xelîl da zanîn ku ne mumkine bi hişmendiya kevin sîstema yekperestî ya xwendine were guhartin û got:“Hemû dewletên dagirker hewil didin me tine bikin. Perwerde ji bo civakeke azad bingeh e. Bi zimanê dayîkê û li ser esasê sîstema Netewa Demokratîk perwerdekirin, wê armancên dagirkeran têk bibe.”
‘Pêwîstê sîstema perwerde hîn were xurtkirin’
Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasî yê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl bi bîr xist ku di tu dîrokan de nehatiye nivîsandin ku di nava êrîşan de sîstema perwerdê were pêşxistin û wiha dewam kir:”Me di nava xerabûnê de avakirin esas girt. Asta perwerdê li Rojavayê Kurdistanê gihiştiye asteke herî mezin. Bi sîstema hişmendiya yekperestî û baviksalarî hişmendiya civakê naye nûjênkirin. Pêwîste bi zimanê dayîkê û bi çanda Netewa Demokratîk perwerde hîn bihtir were xurtkirin.”
ANHA