Mehên havîna 1999’an bi liv û tevger bûn.Rêberê Gelê Kurd, li nava tarîtiya Îmraliyê ji bo hewldana desetpêkê ya aştiyê ku wê herikîna dîrokê biguheranda, zend û bend ba da.Lê rejîma Enqereyê wê teslîmiyet û bêbextî li tevgera azadiyê ya Kurd ferz bikira.

Di şertên izolasyona giran a Imraliyê de, piştî biryara darvekirinê ya 29’ê Hezîranê ya piştî darizandina ji çav re a dewleta Tirk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mehên pêşî yên 1999’an de ling da helwkeftên aştiyê. Di serê Ocalan de gavên dîrokî hebûn ku wê ‘girêka kor’ a di navbeyna du alaiyan de ku bi salan bû şer dikirin vekira, rê li aştî û diyalogê vekira.

5’ê Tîrmeha 1999’an di hevdîtinan de ya bi parêzerên xwe re cara pêşî ev plan aşkere kir. Ji bo rewşa kilîdbûyî vekira wê hêzên gerîla derketana derveyî sînorên fermî yên Tirkiyê, vekişîna Başûrê Kurdistanê û piştre li hêviya helwesta dewletê bihata sekinandin. Ocalan fikrên xwe yên têkilî plana veikşînê ku gotibû, ‘’Ev dibe ku gava pêş a agribestê’’ bi nameyeke du rûpelî, 7’ê Tîrmeha 1999’an ji Konseya Serokatiyê ya PKK’ê re şand, ku lîdertiya wê dikir.

‘’Tundiya bêmane dike ku mirov di nav pirsgirêkan de bigevize. Dawîanîna li tundiyê di çareserkirina pirsgirêkan de dibe xeleke sereke. Asta pevketinê ya di pirsgirêka Kurd de ji naveroka tundiyê zêde bihuriye û pêvajoya aştiyê di hemû ast û kûrahiyên civakê de bûye armanca sereke. Bi giranî, nêzîktêdayinên tundiyê bi rengekî objektif tenê dibin sedem ku bêhtir bixitime, ekonomiyeke rantê ya qelp û avaniyeke polîtîk ava dike, ji ber vê tenê rê li encamên herî paşverû vedike.

Heke mirov heq ji rewşa berdest dernekeve encam xitimandin e û dubarebûn e. Bi derengî ketibe jî vebijêrkeke aştiyê ya mutewazî û li ser rastiyê weke tekane rê li ber me disekine. Lê têra xwe asteng hene. Heke rastiyên ji ber tundiya bi salan derketin holê xweş werin serifandin rêyeke hêsan a aştiyê dikare were dîtin. Lê na, heke helwest û tevgerên berê, bi halê heyî di vê pêvajoyê de jî werin nişandan wê pir zehmet be .Di realîteya Tirkiyê de divê mirov bi rengekî resen nêzîkatî li pirsgirêka Kurd bike. Ji bo aştiya li ber me, dersen şer ên li paş hatine dayin divê mirov xweş bîne ber çavan. Beriya her tiştî li hundir û derve dibe ku provakasyonên pirhêlî xwe ferz bikin.

Divê mirov bide çespandin ku tundî ji hêla pratîk ve bi rengekî mîsogerkirî, bêyî şik û guman, bi dawî dibe. Di vê rewşê de rêya herî karîger a encamgir ji bo aştiyê ragihandina têkoşîna çekdarî ye ku wê zorê bike her kes ya ku dikeve ser wan bi cih bîne û her wiha wê hêsan bike.  1’ê Îlona 1999’an aşkerekirina dawîlêanîna têkoşîna çekdarî û vekişandina derî sînor ên hêzên me, vekişîna li Başûr û li gorî pêvajoyê nirxandin û vekişîna ji bo haziriyê ye.’’

Rêberê Gelê Kurd bi eynî rengî ji bo hazirkirina atmosfera aştiyê ji bang li dewleta Tirk jî dikir û digot, ‘’Piştî vekişînê, ku gava pêşî ye, hûn ê jî gavekê bavêjin’’, piştre jî mîna vegera li gundan, rabûna cerdevaniyê, gavên girîng ku wê bihatana avêtin rêz dikir. Dewleta Tirk jî bi rengê, ‘’vekişîn têrê nake, hemûyan bê şert ji çiyayan bîne xwarê’’ li ya xwe asê dima, diyar kir ji bo çareye ew li ser ‘Yasaya Poşmanbûnê’’ dixebite. Lê li gorî Ocalan ji bilî vekişîna derî sînor a gerîla wê ti gava dî nehata avêtin û li gel hemû zextan jî wê bi paş de gav neavêta.

Li ser helwesta ku Rêberê Gelê Kurd nîşan dayî, rayedarên dewleta Tirk wan rojan sê heftiyan bi Abdullah Ocalan re têkilî birin, nameyên ku jê re dihatin nivîsîn nedanê û dest li ser nîşeyan jî danîn ku têkilî hevdîtinan li cem xwe dinivîsî. Her wiha dosyaya dozê ya ku çûbû Daraza Bilind a Tirk bilez biencam dibû. Ev geşedanên li Imraliyê agahiya wan rêbazan dida ku piştre ji bo vîna Rêberê Gelê Kurd bişkînin û hêsîr bigirin bi salan wê bihatana ceribandin.

BANGA 2’YÊ TEBAXA 1999’AN

Lê li gel van nêzîkatiyên dewleta Tirk jî Abdullah Ocalan alîgirê wê bû ku di rêya aştiyê de gava pêşî ya cidî bihata avêtin. 2’yê Tebaxa 1999’an dema bi parêzerên xwe re axivî, xwest ku danezana ku hazir kiribû, were xwendin. Eynî rojê parêzeran biryar li ser dan ku li Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê were dayin. Berê raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê kete ser vê civînê, cara pêşî wê hêza Imraliyê bihata dîtin. Ew danezana dîrokî ku parêzeran bi raya giştî re par ve kirî, bi qutebirî wiha bû:

‘’Li Tirkiyê rewşa pevketinê û tundiyê li pêş mafê mirovan û geşedana demokratîk dibe astengek. Tundiya ku bi giranî bi sedema pirsgirêka Kurd e, di vê de bi roleke sereke radibe. Divê mirov ji vê xitimandinê derkeve û rêya çareya pirsgirêkan, dawî li tundiyê bîne. Ji ber vê ez bang li PKK’ê dikim ku ji 1’ê Îlona 1998’an ve yekalî pêvajoya agirbestê didomîne, ji 1’ê Îlona 1999’an û pê de dawî li têkoşîna çekdarî bîne û hêzên xwe ji bo aştiyê bikişîne derî sînor.Bawer dikim ku bi vî rengî wê di rêya çareseriya demokratîk de qonaxeke diyalog û lihevkirinê geş bibe. Li gel vê bang li hemû sazî û rayedarên pêwendîdar ên hemû dewlet û civakê dikim ku ji bo vê pêvajoya aştî û xwîşk û biratiyê bêhtir bihistiyar bin û destekvan bin, bang li hikûmetên netewî û navnetewî û sazî û dezgehan dikim ku bi xweşî alîkar bin.’’

Tevgera azadiya Kurd zû bersiv da vê banga Rêberê Gelê Kurd. Di serî de PKK, hemû pêkhateyên tevgerê bi daxuyaniyan ragihandin, ‘’Em ê banga Rêbertiya xwe bi cih bînin.’’  Her wiha beşekî xilbe yê girseya PKK’ê jî destek da vê helkefta Ocalan, a ku wê herka dîrokê biguheranda. Lê li paytexta dewleta Tirk hewaya, ‘’Çima teslîm nabin lê vedikişin’’ serwer bû. Ocalan dîsa kete dewrê, 11’ê Tebaxa 1999’an bi rêya parêzeran daxuyaniyeke nû da, gotinên wî bi carekê re di manşêtên medyaya Tirk de bû:

 ‘’Dewlet heke dixwaze çek werin danîn, divê şertên vê ava bike. Divê haziriyên dewletê hebin. Sibe heke Tirkiye gavan bavêje wê çek werin danîn. Ti guherîneke yasayî ya bi başî nîne. Wê werin û bicine kûderê? A rast, tişta ku em dikin ji bo aştiyê sekinandinek e. Ez werim îmhakirin jî, werim daleqandin jî giyan, mantiqê demê çareseriyê hewce dike. Em hazir in ku çekan bînin û bidin. Lê qademeya berpirs di dewletê de kî ye? Her wiha em dixwazin bi dewletê re li hev bikin. Lê organ, teşkilata ku di dewletê de me qebûl bike li kûderê ye?

Şer wê biqede. Ji bo Tirkiyê geşedanên berfireh dibe ku bibin. Hin hêzên tarî ku dixwazin vê asteng bikin, weke di bûyera Şemsî Denîzer de (Sekreterê Giştî yê Turk-Îş’ê ku 6’ê Tebaxa 1999’an hate kuştin) kuştinan dikin. Fikara mine w e ku rûdanên wiha rewşa pêbaweriyê xira bikin.  Raya giştî li ser vê mijarê divê bihistyar be, ev ji bo aştiyê hewcehiyek e. Pozîsyona me stratejik e. Dibe ku hin bixwazin xira bikin lê bawer dikim ku pêvajoya aştiyê wê geş bibe. Di encama vê gavê de dibe ku geşedanên mezin ên bicoş çêbibin. Serdema nû dest pê kiriye. Bêyî aştiyê tiştek çênabe. Hewcehiya van erdan ji beriya hewa û avê bi aştiyê heye. Aştî vîneke mezin, sebr û bîreweriyekê hewce dike.’’

BERSIVA KU BI PLANA TASFIYEKIRINÊ DIDAN…

Konseya Serokatiyê ya PKK’ê ku girîngiyeke mezin dida bangên aştiyê yên Ocalan, ji ber bobeleta erdhejê ya 17’ê Tebaxê, palana vekişînê ya ku plansaziya wê hatibû dayîn piştî 1’ê Îlonê dest ê bikira, ragihand ku ew 25’ê Tebaxê didin destpêkirin û şer diqedînin. Hikûmeta Tirk a wê demê bêyî ku 24 saet di ser re derbas bibin helwesteke cihê da û ‘’Yasaya Poşaniya Karîger’’ a bi hijmara 4450’ê derxist. Li gorî vê yên ku qet tevlî çalakiyan nebûne, heke çeka xwe danîne û teslîm bibûna û bi mikurhatinê bibûna asteng ku ‘sûc’ nehatan kirin wê ceza li wan nehata birin. Rejîma Enqerê teslîmbûn û mikurhatî li gerîlayên Kurd ferz dikir ku bi komî ji sînor vedikişiyan.

Ji aliyekî ve jî artêşa Tirk li gelek cihên stratejik ên Bakurê Kurdistanê êrîş, kemîn û operasyon sazkar kir. Li dijî plana pêşî ya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd dewleta Tirk tercîha xwe li ser plansaziya tasfiyekirinê danî. Lê li gel şehadetan jî pêvajoya vekişînê heta dawiya meha payizê jî domand.  Vekişîneke berfireh nebûbû, komên biçûk ên gerîla li qadan mabûn. PKK’ê  hêzên xwe ji bo ku li hêviya aştiyê bimînin kişandibû derveyî sînorên fermî yên dewleta Tirk. Heke rewş hazir bibûna ev hêz wê bihata Tirkiyê û tevlî nav siyaseta demokratîk bibûna Rêberê Gelê Kurd ji bo vê jî reforma hiqûqa dmeokratîk û efûya giştî ferz dikir.

Abdullah Ocalan ji bo ku nîşan bide ku jidil e xwest ku ji eniya gerîla komên aştiyê werin şandin. 1’ê Cotmeha 1999’an komeke gerîlayan a ji 8 kesna pêk hatî ji Şemzînanê  ketin nav sînorên fermî yên dewleta Tirk. Ew gerîla wê weke Koma 1’ê ya Aştî û Çareseriya Demokratîk derbasî dîrokê bibûya. Ji ber ku koma duyan jî 29’ê Cotmeha 1999’an ji Ewropayê bi rê ket. Rêberê Gelê Kurd ji vê gava dîrokî hêvîdar bû. Lê endamên komê ku gotin,‘’Em ji bo ku li gorî yasayên Komara Demokratîk biçn hatin’’ hatin destgîrkirin û avêtin zindanê.

25’ê Mijdara 1999’an jî Daîreya Cezayê ya 9’an a Daraza Bilind a Tirk biryara darvekirinê ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd dabûn bi yek dengî pejirand. Li gorî daxuyaniya daîreyê ku 1 deqeyê dom kiribû, dosyaya darvekirinê êdî li meclîsê bû. Eynî rojan parêzerên Abdullah Ocalan, bi daxwaza, ‘’ji bo ku înfaz bi cih neyê dayina biryara navbeynê’’ serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Berê her kesî li Enqerê û DMME’yê bû…

LI DIJÎ MIRINÊ HELWESTA SOKRATES

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî 2001’ê di parastina xwe de ya bi navê, ‘’Parastinên DMME’yê –Ji Dewleta Rahib a Sûmeran ber bi Komara Demokratîk ve’’ wê biryara darvekirinê ku lê hatibû ferzkirin û helwesta xwe ya wiha vegota:

 ‘’Aşkere bû ku biryara mirinê bi temamî wê bi armancên siyasî bihata bikaranîn. Ez vê bi temamî weke parçeyek ji komployê nanirxînim. Bi niyeta baş û aştiyê, bi zêdebûna mirovên bîrewer, dikarîbû weke gaveke girîng a lihevkirina demokratîk bihata bikaranîn. Bi lîstîkî nirxandina van nêzîkatiyan bibe nebe wê karê wan derdoran be ku ji komployê li benda berjewendiyê ne. Jixwe ev jî wê derbiketana holê.

Divê diyar bikim ku min bixwe jî rastiya mirin û jiyanê tam biryar li ser nedaye. Ev alî gelekî aşkere ye, heke bi rastî jî bubim kesayateke kolektîzîmê, lehengiya takekesî û rabûna li ber mirinê wê nebûya şêwaza min a çalakiyê ku di cih de min ê bi cih bianiya. Dema ku dadgehê biryara mrinê dayî, dadgeh Turgut Okyaya wê qelema xwe nekarîya bişkanda û bêgav bimaya ku dijberiya xwe darvekirinê diyar bikira. Bi rastî ne zelal e bê ka mirin wê çawa were. Ev rewş bûbû kozeke siyasî ya mezin. Talokeyan digotin, va em tên.

PKK’ê û Kurdan dîroka xwe ya nû ya serhildanê li gorî encamên biryara darvekirinê hazir dikir. Derdorên Tirk ên paşverû û şowen bicihanîna biryara darvekirinê weke veberhênana hilbijartinê dinirxandin. Hîsên tolhildanê herdu alî jî rakiribûn ser piyan. Hemû hêzên derve encamên pêkan ên biryarê dinirxandin. Aşkere bû, pir wêdetirî fikarên şexsî diviya bi berpirs tevbigeriyama. A herî rast ew bû ku her roja birûmet a ku dijiyam li gorî aştiyê û lihevkirina demokratîk min binirxanda.

Hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla sincî ve wê ne rast bûya ku min giranî bida berjewendiyên şexsî.  Ji ber vê min ê nikarîbûya wê peyamê bidim derdorên me ku hema bibêje li benda îşaretê bûn û wê rê li encamên şaş vekira. Bi taktîkê basîd min ê nikarîbûa PKK’ê jî rê ve bibim. Ji bo hesabên wiha berteng hem derfet nebûn û hem jî ev ê bibûya helwesteke şaş.

Min hewl da li dijî mirinê helwesta Sokrates li xwe ber xwe deynim: Bimanekirina mirinê û dîtina maneya felsefîk a mirinê ya ku divê mirov çima û çawa bimire!  Di rewşa berdest de bi qasî min texmîna wê nedikir dijîm. Li ber biryara mirnê ku weke şûrê Demokles li ser serê min kil dibe, berzbûna mezin a giyan, geşedana mezin a maneyê bi nefsbiçûkî pêşwazî lê dikim. Rengekî jiyanê ku di rewşên normal de mirov nedikarî hefteyekê jî ragirta û kevir jî bûya wê bideriziya, hatibû watedarkirin. A rast ne ku mirinê ez dahurandibûm, min mirin dahurandibû. Biryara mirinê ez bêkêr nekiribûm, min bi şêwaza wê ya kirêt û bêqidoş biryara mirinê bêkêr kiribû. Ji kûderê û çawa dihat bila bihata, te dive sibe te diva bila salên pêş bihata, êdî mirin ji bo min ne mijareke wiha cidî bû. Bi ser de ez gihaştibûme wê hêza maneyê ku bibêjim, bixêr hat, ser seran hat. Mesele ew bû ku ev rastî ji gelên me re, ji dostan re, ji PKK’ê û dewletê re bihata vegotin. Li gorî hêza xwe û derfeta xwe min hewl da ku vê jî bikim. Bi qismî derbasbûna ji felsefeya ‘’bimire-bikuje’ ya ber bi felsefeya ‘bijî û bide jiyîn’ bi berfirehî hatibû rêvebirin. Heke alî jî bixebitîna, pêkan bû ku serfiraziya vê jî bi aştiyeke birûmet re bi hev re bihata jiyîn.’’