Li gorî nûçegihanê me ji Minbicê ragihand, di teqîna Minbicê de du leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan.
16 Çile 2019, Çarşem – 13:5820
MINBIC
Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand, li gorî agahiyên destpêkê ya teqîna Minbicê ku li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umeraa ya navenda bajarê Minbicê pêk hat, 9 sivîl û endamekî leşkerî şehîd bûne. Her wiha hat diyarkirin ku 4 leşkerên Amerîkayê jî li cihê teqînê bûn. Hat zanîn 2 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Birîndar û lerşerên Amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi Helîkopterê hatin rakirin.
(bx/bm)
ANHA