Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi vê boneyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de jinên ku di encama polîtîkayên qirkirina jinê de ji aliyê sîstema baviksalar ve hatin qetilkirin bi hezkirin û hurmet hatin bîranîn.

Jinên ku meşaleya berxwedanê hildidin jî hatin silavkirin.

TJK-E bi lêv kir ku li Rojhilatê Kurdistanê jinên ciwan porê xwe yê dirêj berdan, dest dan hev, li ser textên dibistanan bi yek hevokê destan nivîsandin û got:

“Hevoka ‘Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me’ form û ruhê têkoşîna jinê destnîşan kir.”

TJK-E got: Di salvegera yekemîn de em 16’ê Îlonê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşwazî dikin ku êdî gerdûnî bûye.

Bang li jinan, dostan, ciwanan û gel hate kirin ku li Ewropayê beşdarî pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê’ bibin.

TJK-E’yê got,

“Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinê azad bibin, bedew bibin.
‘Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me’ em qadên têkoşînê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin.”

Li gorî daxuyaniyê, bi organîzasyona TJK-E’yê rojên 13, 15 û 16’ê îlonê li gelek navendên welatên mîna

ALMANYA
BELÇÎKA
FRANSA
SWÎSRE
ÎNGILISTAN
SKANDÎNAVYA
HOLLANDA

Di dem û cihên diyarkirî de wê çalakî bêne lidarxistin.