Li gorî Konseya Hemşîreyên Navnetewî (CII) ku li navenda wê li Cinêvê ya Swîsreyê ye bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19’ê ketine.
Saziyê dyar kir li gorî saziyên ku temsîla 20 milyon xebatkarên tenduristiyê dikin li cîhanê heta niha 90 hezar xebatkarên tendiristiyê bi Covîd-19’ê ketine.
Dîrektorê Giştî yê CII’yê Howard Catton ji Reuters Televîsîonê re axivî û got ji ber sedema li gelek welatan pêketî nayên zanîn dibe ku ev hijmara pir zêdetir be, diyar kir daneyên gelek welatan di dest wan de nînin û di destê wan de tenê agahiyên fedarasyonên endam ên li 30 weat hene û daneyên ku hikûmet didin û yên ku di çapemeniyê de têne parvekirin.
Dîrektore CII’yê got li tevahiya cîhanê li ser 3,5 milyon xebatkarên tenduristiyê gumana Covîd-19’ê heye û xebatkarên tendiristiyê ku bi Covîd-19’ê ketine dibe ku 200 hezar be.
Howard Catton got gelek hikûmetan agahiyên derbarê xebatkarên tenduristiyê nedane ser hev, rayedar rastiyê ji nedîtî ve tên û got, ‘ev skandal e”.
Li gorî WHO’yê i 193 welatan 22 hezar xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19’ê ketine.