Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya Rêxistina Wifaq pêşangeheke destkariyan ji zarokên Dibistana El-Behtirî ya bajarê Reqayê re vekir. DAIŞ’ê di dema dagirkeriya xwe de dibistan kiribû cihê îşkencekirinê.

Bi armanca dilxweşkirina zarokan û pêşxistina behreyên wan di aliyê xêzkirina wêneyan de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêxistina Wifaq pêşangehek destkariyan li Dibistana El-Behtirî ya taxa Rimêla ya Reqayê vekir.

Di pêşangehê de gelek endamên meclisên herêmî û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û malbatên zarokan amade bûn. Di pêşangehê de wêne û tabloyên ku tê de li ser bandora şer, rûyên biken, tabloyên ji şûnwaran li Reqayê û gelek karên destan mîna gulan û sembolên bajêr û gelek tiştên din hebûn.

Derî ji aliyê gerînendeyê Buroya Perwerdeyê Ehmed El-Hisên ve hate vekirin, paşê gel di nava pêşangehê de geriya.

Di pêşangehê de berdevkê Dibistana El-Behtirî Nîdal Ebdellah wiha got: “Bi keda refên (pol) 7 û 8 li dibistanê me ev pêşangeh vekir, me hewl da em vî cihê ku DAIŞ`ê kiribû zindan, em bikin pêşangeh û zarok behreyên xwe tê de derxin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê hemû dibistanên li bajarê Reqayê kirin zindanên îşkencekirinê, her wiha cihê çêkirina teqemeniyan.

ANHA