Buroya Perwerdeyê ya girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ya herêma El-Keramê li gundewarên rojhilatê bajêr, ji destpêka vekirinê ve 23 hezar xwendekar pêşwazî kirine, 79 dibistan vekirine û 935 mamoste erkdar kirine.
EHMED EL-ESAF / REQA
Dema ku çeteyên DAIŞ`ê û komên din herêm dagir kiribû, warê perwerdeyê paşde çûbû û dibistan kiribûn girtîgeh û baregehên leşkerî. Ew ê jî bandoreke neyînî li xwendekaran kir û ji mafê xwendinê bê par hişt.
Piştî ku QSD’ê Reqayê û gundewarên wê rizgar kir, Buroya Perwerdeyê dest bi xebatên xwe kir. Destpêkê bi awayekî lezgîn dibistanên ku zirar nedîtine vekirin û wan dibistanan bi hezaran xwendekar hembêz kirin.
Di salekê de Buroya Perwerdeyê 79 dibistan li gundewarên rojhilatê bajêr vekirin, 935 mamoste erkdar kirin û hejmara xwendekaran gihaşt 23 hezaran.
Buroya Perwerdeyê ji bo biserxistina proseya perwerdeyê, dewreyên perwerdekirina mamosteyan di batlaneya havînê de vekirin da ku şarezayên wan û şêwaza wanedayînê bi pêş bixe.
Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya El-Keramê Fehid El-Xelef wiha got: “Ji ber derfetên kêm û hejmara mamosteyan a kêm, em rastî hindek astengiyan hatin. Lê em xebitîn heta ku em bi ser ketin. Me karî tevahiya dibistanan ji bo pêşwazîkirina şagirtan vekin. Pirtûk ji zêdetirî 10 hezar xwendekaran re hatin peydakirin û xebatên me di vî warî de hîna berdewam in. Em hewl didin prosesa perwerdeyê li herêmê bi ser bixin û bi pêş bixin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya Saziya Sadkobê û hindek rêxistinên ku li gundewarên rojhilatê bajêr, sobe ji dibistanan re peyda kirin û 70 lître mazot li her dibistanekê belav kir.
(şx/bm)
ANHA