Rojnamevan û çalakvanên civka sivîl diyarkirin ku divê ew hemû bi hevre li dijî tecrîda li ser Ocalan derbikevin. Herwiha gotin ku dijmin ji bêdengiya hemberî tecrîda ser Ocalan sûd werdigre.
Tecrîda giran kirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Li dijî tecrîdê li seranserê Kurdistanê çalakiyên grevê birçîbûnê hatine destpêkirin. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bilî parlamneterên HDP’ê bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene.
Çalakvanên civaka sivîl û rojnamevanên bajarê Silêmaniyê li ser tecrîda giran kirî a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji RojNews re axivîn.
Çalakvanê civaka sivîl Bekir Şêx Selam got ku gelê Kurd di hemû deman aştî xwastiye û wiha pêde çû; “Mixabin li rexmê aştîxwaziyê jî em dibînin Rêber Apo tê tecrîd kirin. Rêxistinên navnetewî jî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bêdeng dimînin. Lê li hemberî vê gelê me dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin û em di vê rêyê de şehîd jî didin.”

Bekir di dewamê de bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê rexne kir û got; “Erkê hikumeta herêma Kurdistanê ewe ku têbikoşit û dengê xwe derxe. Bi taybet divê êdî rêveberên siyasî girtina kesayetek weke Ocalan qebûl nekin. Dijmin ji bêdengiya hemberî tecrîda li ser Ocalan sûd werdigre û ji bo me xalek nerênî ye. Ger parlamenterên herêma Kurdistanê bi hevre hewlestek nîşan bidin, wê bandora xwe çêbibe.”
Bekir di dawiyê de got; “Divê çalakvanên civaka sivîl hê zêdetir ji bo rakirina fikrê ku parçeyên kurdistanê ji hev cûda dike hişyar bikin. Pêwîste em ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de xebatên bi bandor bikin. Herwiha em helwesta xwe li dijî bê mafî ya mezin a hemberî Rêber Apo tê kirin bidin nîşandin.”

Rojnamevanê bi navê Hîwa Ehmed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got; “Abdullah Ocalan rêberek yê gelê Kurde. Civaka navnetewî li hemberî tecrîdê bêdenge û helwestek nade nîşandan. Civaka navnetewî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re, dengê xwe dernaxin. Lê divê hemberî van zextane gel û aliyên siyasî yekitiya xwe ava bikin. Hemû bi hevre ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan xebat bikin. Ji ber ku mijara Kurdan, bi taybet li Bakurê Kurdistanê bê Ocalan nayê çareser kirin.”