Gerîla TV dîmenê çalakiya 17’ê Tebaxê ya li qada Xantûrê weşand, ku 7 leşkerên artêşa Tirk hatibûn cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me yên YJA Starê di 17’ê Tebaxê de saet 07:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Navsera Xantûrê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derb li stargeheke dijmin hate xistin û 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin.”