Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel – YPG’ê dîmenê qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê weşand, ku bi navê ‘Şerê tinekirina terorê’ bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê kirin.
Di dîmenan de jî tê dîtin ku derbên giran li çeeyên DAÎŞ’ê tê xistin.
Kêliyên şer ên li eniyên cuda wiha ne…