Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn weşand, ku li Metînayê hate lidarxistin.

Dîmen bi giştî ji 3 parçeyan pêk tê.

Di beşa destpêkê de endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc beriya çalakiyê bi hêzên gerîla re civînê lidar dixe û diyar dike ku çalakî ji bo bîranîna fedaiyên pêşeng Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta tê kirin ku di 26’ê Mijdara 2022’an de li Metînayê Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hakkarî lidar xistibûn.

Gerîlayên ku beriya çalakiyê ji kamerayan re axivîn, bi wesîleya salvegera salvegera damezrandina PKK’ê, peyam dan…