Vîrûsa koronaya nû Covîd-19 ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi milyaran mirov li malê asê kir. Her wiha bandoreke giran li aboriyê kir ku mînaka wê heta niha nehatiye dîtin.

Li dijî vê krîzê heta niha rêbazeke hevpar a têkoşînê nehatiye afirandin. Gelek welat qala “dijminê hevpar” dikin, lê belê stratejî, rêbaz û derfetên her welatî cuda ne.

ÎLO: JI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUYEMÎN Û VIR VE KRÎZA HERÎ GIRAN E

Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) ragihand, pandemiyê di asta felaketê de bandor li dema kar û hatineyê kiriye û di çaryeka duyemîn a sala 2020’î de wê 6.7 ji sedî ji dema kar kêm bike. ÎLO’yê destnîşan kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve krîza herî giran qewimiye.

ÎMF piştî Bûhrana Mezin a 1920’an li benda encamên herî giran ê aboriyê ye. Efrîka jî dikeve resesyonê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bang li Konseya Ewlekariyê kir, ku li dijî pandemiyê bibe yek.

BERSIVA ABORIYÊ XWE BI RÊXISTIN DIKE

Yekîtiya Ewropayê roja Sêşemê nekarî ji aliyê aborî ve bersivê bide vîrûsa koronayê. Lê belê roja Pêncşemê gihîşt konsensusekê. Tê payin ku bersiva Ewropayê li ser sê bingehan be: Ji mekanîzmaya Stabîlîte ya Ewropayê 240 milyar Euro deyn bê wergirtin, ji bo şîrketan 200 milyar Euro fonê garantiyê bê pêşkêşkirin û ji bo piştgiriya bêkariyê 100 milyar Euro bê dayin.

HEJMARA QURBANIYAN DIGIHÊJE 100 HEZAR KESÎ

Ji ber vîrûsa koronayê hejmara mirovên ku li tevahiya cîhanê jiyana xwe ji dest dane, heta êvara Pêncşemê li gorî daneyên AFP’ê 96 hezar û 700 kes derbas kir.

Herî zêde DYE kete bin bandora vîrûsê. Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns, li vî welatî zêdeyî 466 hezar nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û nêzî 16 hezar û 500 kesî jiyana xwe jid est dan.

Ji aliyê parzemînê ve herî zêde Ewropayê qurbanî û nexweşên xwe çêbûne. Li Ewropayê 811 hezar û 700 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 65 hezar û 800 kes jî bûne qurbanî. Bîlançoya herî giran li Îtalyayê ye ku 18 hezar û 279 kesî jiyana xwe ji dest dane. Piştre bandora herî giran li Spanyayê bûye ku 15 hezar û 238 kes bûne qurbanî. Li Fransayê 12 hezar û 210 kes, li Qraliyeta Yekbûyî jî 7 hezar û 978 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Elmanyayê 113 hezar kes bi vîrûsê ketin, herî kêm 2 hezar û 373 kesî jiyana xwe ji dest dan.

LI KANADAYÊ DIBE KU BI 2 MILYON KESÎ BIKEVE

Rayedarên tenduristiyê yên Kanadayê ragihandin ku hejmara mirovên bi nexweşiyê bikevin dibe ku bigihêje 934 hezar heta 1.9 milyon kesî, ya qurbaniyan jî bigihêje heta 22 hezar kesî. Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû diyar kir ku jiyan piştî ku dermanê vîrûsê hate peydakirin hingî dikare asayî bibe, ku ev yek jî dikar 18 mehan bidome.

LI YEMENÊ KESEK BI VÎRÛSÊ KET

Yemen ew welat e ku li tevahiya cîhanê krîza herî giran a însanî lê heye. Li başûrê Yemenê li wîlayeta Hadramûdê ku di kontrola hêzên hikumetê de ye kesekî bi vîrûsê hate tespîtkirin. Rêxistinên însanî hişyariyê didin ku şewb li Yemenê dikare bibe sedema felaketeke mezin.

LI MEKSÎKAYÊ DU JINÊN DUCANÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Meksîkayê yekemcar du jinên ducanî jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku yek ji jinan karîbû zaroka xwe bîne dinyayê. Hate ragihandin ku dayikê piştre jiyana xwe ji dest da, pitika wê bi cîhaza bêhnstandinê ve ye û rewşa xwe hîn krîtîk e. Li tevahiya Meksîkayê heta niha 194 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

KRÎZA XWARINÊ

Li gorî Bankaya Cîhanê wê Efrîka di çaryeka duyemîn a sala 2020’an de bikeve resesyonê. Fikar tê kirin ku li parzemînê krîza xwarinê rû bide. Li Efrîkaya Başûr pêkanîna mayina li malê du hefteyan dema wê hate dirêjkirin. Li Nîjeryayê ku welatê herî qelebalix ê Efrîkayê ye ji ber pêkanîna mayina li malê berhemên çandiniyê ji niha ve kêm bûn. Tenê di nava hefteyekê de li taxa Lagosê dengê “em birçî ne” tê.

Li Hindistanê mirovên herî xizan hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Li Delhî ya Nû dayikekê diyar kir ku şeva derbasbûyî tenê bi nanê Hindistanê yê kevneşop derbas kirine. her wiha got, “Mirin ji birçîbûneke wiha çêtir e.”