Mijara avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û herêma ku dadgeh lê were bûye mijara nîqaşa di navbera hêzên herêmî û navdewletî de.
Gelek dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de bûn û niha li cem Rêveberiya Xweser girtîne, ji bo wergirina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î ji berpirsyariyên xwe direvin.
Rêveberiya Xweser di avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakurê Sûriyê bi israr e. Lê hindek dewletên din hewl didin dadgehek navdewletî li dewletên cîran mîna Iraqê ya ku di destûra wan de cezayê darvekirinê heye ava bikin.
Siyasetmedar Tacdîn Hisên girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî. Hisên fedekariyên bêhempa yên gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de, bibîr xit û wiha got: “Şerê li dijî terorê zêdetirî 8 sal dirêj kir. Di encama vî şerî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê gelek şehîd dan. Ew terorîst ji tevahiya dewletên cîhanê hatin Sûriyê û komkujî li ser gelên herêmê pêk anîn. Lê niha ew dewlet hemû di mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti berpirsyarî negirtin ser xwe.”
Hisên diyar kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê du berbijark hene û wiha domand: “Yan her dewletek dê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î werbigirin û li cem xwe darizînin. Yan jî dê dadgehek navdewletî li herêmên ku çeteyan lê sûc kirine û sivîl kuştine were avakirin. Ew herêm jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”
‘Ji bo darizandinê divê alîkariya Rêveberiya Xweser bikin’
Hisên bang li dewletên ku wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î red dikin kir û wiha got: “Piştgiriya hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo avakirina dadgehek navdewletî bikin.”
Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hindek dewletên herêmî bi taybet Tirkiye hewl dide avakirina dadgehê li Sûriyê asteg dikin. Dewletên ku li ber avakirina dadgehek navdewletî dibin asteng dewletên herêmî ne û desteka terorê dikin. Bi taybet jî Tirkiye. Ji ber ku ew çete xwedî paseportên Tirkiyê ne. Tirkiye rê li pêşiya terorê vedike, piştgiriya wan dike û wan perwerde dike.”
Her wiha Hisên tekez kir ku Tirkiye naxwaze çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin, ji ber ku dê dewletên ku desteka terorê dikin eşkere bibin.
Siyasetmedar Tacdîn Hisên di dawiya gotinên xwe de carek din bang li avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
(şx/bm)
ANHA