Koordînasyona Komalên Ciwan derbarê girtina saziyên Tevgera Azadî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di vê pêvajoyê de pîrozbahiyên sala 40’emîn tê pîrozkirin û partiya me ya şoreşger PKK meşa xwe ya destanwerî didomîne. Tevgera PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo sînorên Kurdistanê derbas kiriye û bûye hêviya azadiyê ya mirovayetiyê. Li hemberî êrîşên dewletên komploger PKK û gerîlayên PKK’ê meşa xwe ya jiyana azad hê jî didomînin. Ne komploya 15’ê Sibatê, ne êrîşên dewletên emperyalîst, ne êrîşên dewleta Tirk a faşîst û ne jî îxanetkarên Kurd nekarîne vê meşa pîroz a PKK’ê asteng bikin.”
Di daxuyaniya Komalên Ciwan de hate diyarkirin ku buroyên Tevgera Azadî bi gef û zextên dewleta Tirk hatine girtin û ciwanên Başûrê Kurdistanê tê de bang li hemû ciwanên sosyalîst û şoreşger hate kirin ku li hemberî vê biryara YNK’ê helwesta xwe diyar bikin.