Mamostayê zanîngehê Silêmaniyê Aware Hisên diyar kir ku di vê di salvegera komploya li hemberî Ocalan de hemû Kurd dakevin qadan û komployê şermezar bikin. Hisên got ku divê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bizanin, ew tecrîda li hember Ocalan li dijî hemû gelê Kurde.
Tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berdewam dike. Li hemberî tecrîdê gelê Kurd dinava çalakiyan dene û nerazîbunên xwe tînin ziman. Mamostayê zanîngehê Aware Hisên li ser tecrîda giran kirî a ser Ocaln ji RojNews re axivî.
Aware Hisên di destpêka axaftina xwe debalkêşa ser komploya navnetewî a li hemberî Ocalan û got; “Komploya navnetewî a li hemberî Ocalan li gorî yasayên mafê mirovan binpêkirineke li dijî mirovahiyê. Komplo pelek reş yê nava çavên kesên banga demokrasî û mafê mirovan dikine. Ji ber ku dema bê zanîn jiyana kesayetek dinava metirsiyê deye, li rexmê wê jî ew kes radestî wî welatî bê kirin, ev yek dikeve çarçoveya binpêkirina mafê mirovan. Ocalan berê xwe da welatên Ewrupa, sedemê vê jî ew bû ku Ocalan dixwest ji welatên Ewrupa û cîhanê re bêje, gelê Kurd aştiyê dixwaze. Ger ne wûsan ba Ocalan dikarî bi asanî berê xwe bide Qendîlê û liwir siyaseta xwe dewam bikira. Lê Ocalan dixwest peyama aştiyê ya gelê Kurd bigihîne tevahî cîhanê.”
Mamostayê zanîngehê Aware Hisên di dewamê de bang li tevahî gelê Kurd kir daku di roja salvegera komployê de bi herikin ser şeqaman û vê rojê şermezar bikin.
Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî kir û got; “Divê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê vê yekê baş bizanin, tecrîda li hemberî Ocalan li dijî hemû gelê Kurde.”