Ji “Tevgera yên serî natewînin ya Fransayê-Insoumise” parlamenter Danîele Obono (Parîs), Mathîlde Panot (Val-de-Marne) û Alîkarê Serokê Şareadriya Grîgnyê Pascal Troadec, 20-23’ê Çileyê çûn Rojavayê Kurdistanê.

Endamên heyetê piştî ku vegeriyan daxuyaniyek dan û ji Fransa û Ewropayê xwestin ku bi rengekî vekirî destekê bidin Kurdan.

Daxuyaniya tevgerê bi sernavê “Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye” hate dayin û hate ragihandin, ev serdan bi navê partiyê hatiye kirin.

Tevgerê bal kişand ser têkoşîna hêzên Kurdan a ji sala 2012’an û vir ve li dijî komên çete yên DAÎŞ û El Nûsrayê didin û bi bîr xist, DAÎŞ bi saya Kurdan hatiye têkbirin.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, “Di encamê de bi hezaran Kurd hatin kuştin, bi sedan hezar Kurd hatin sirgûnkirin. Vê êrîşê hevalbendê me yê bingehîn ê li herêmê qels kir. Lê belê bi vê wesîleyê tevî vê yekê jî ne Fransayê, ne jî Dewletên Yekbûyî ji bo alîkariyê bidin Kurdên li Efrînê tiştek nekirin. Gotin ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û çavên xwe li her tiştî girtin.”

Tevgerê diyar kir bi dagirkirina Efrînê re zexta li ser mûxalefeta demokratîk û Kurdên li Tirkiyeyê jî zêde bûne û hate gotin, “Vê pêvajoyê herî zêde bandor li mutefîkê me HDP’ê kir.” Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate bibîrxistin û işaret bi girîngiya zexta navneteweyî hate kirin di mijara berdana Guven de.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Divê em ti carî desteka xwe qut nekin” û işaret bi vê xalê hate kirin: “Li Rojava tecrûbeyeke bêhempa heye. Modeleke civakî ya femînîst, pirengî ku xwe naspêre serweriya etnîkî hatiye avakirin. Li Rojava modeleke aştiya mayinde ya herêmê hate avakirin. Ji ber vê yekê divê em bi rengekî vekirî destekê bidin Kurdan. Bi taybetî di dema danûstandinên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê de divê ew bên parastin.”

Tevgerê da xuyakirin ku divê hikumeta Fransa ya jî Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de gavê biavêje.

Alîkarê Serokê Şaredariya Grîgnyê Pascal Troadec serdana li Rojava nirxand û diyar kir, ew destpêkê li Rojava ji aliyê meqamên xwecihî ve hatin pêşwazîkirin.

Troadec got, “Ya ku me dît wiha bû; di nava çend salan de dibistanên têkel ên xwendina bêpere ava kirin, li dijî zewaca bi gelek jinan re qanûn derxistin, plan kirin ku zanîngeheke perwerdeyê ya populer vekin. Li vê herêma dinyayê, Rojava ya ku di navbera Tirkiye û Iraqê de ye, cihekî kêmdîtî ye. Me dît bê çandê çiqasî girîng dibînin, rizgarî û aştiya gelan çiqasî girîng dibînin. Projeyeke wan heye ku li Reqayê navendeke açndê ava bikin. Mîna li Grîgny dixwazin bi hev re bixebitin. Karên li Rojava tê kirin ji bo me çavkaniya mînakê ye.”

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA