Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu got gel divê bi teqezî li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê bi çarçoweya stratejiya HDP’ê dengê xwe bi kar bînin û vîna xwe deynin holê.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu got ev hilbijartin ji her hêlê ve ji bo welatekî ku li zîvironeke dîrokî ye bi roleke krîtîk e. Şenoglu got rejîma yek zilamî ji bo gelan, kedkaran, jinan û ciwanan tiştekî nayîne û got, ”Gel, kedkar, çewisandî û dilxwazên demokrasiyê divê li vîna xwe xwedî derkevin. Hilbijartin ji bo vê fersend in. Ji bo vê jî divê bi vê çarçoweyê em li hilbijartina pêş xwe binerin. Bi mîsogerî divê gel vîna xwe deynê holê û dengê xwe bi kar bîne. Belê, belkî ev welat duh jî wiha bû lê êdî her dengek dengê azadî û rûmetê ye.”
DIVÊ TÊKÇÛNÊ BITEHMÎNIN
Şenoglu got bi hilbijartinê tenê wê her tişt neguhere, têkoşîna demokrasiyê wê bidome û ev ji gefxwarinên desthilata AKP’ê jî diyar dibe û got, ”Hêzên rejîmê jî û Serokkomar jî bi rengekî zeleal hin tiştan îlan dikin. Ji niha ve hewl didin ku vîna gel desteser bikin. Dibêjin, ”ku em winda bikin em ê destûra vê nedin”. Em dibînin ku beşekî berfireh ê civakê guh nade van gefan. Desthilat jî hay ji vê heye û ji bo vê jî hê beriya hilbijartinê gefên xwe didomîne. Heke dengên AKP’ê kêm bibin ev ê ji ob têkoşîna demokrasiyê û azadiyê baş be. Ji bo vê jî divê em derseke xweş bidin desthilatê û vê reşînê bişkînin. Ev ê ji bo kesên ku têkoşîna demokrasiyê didin bibe moral û bike ku bi xwe bawer bin.”
DIVÊ EM QADÊN XWE YÊN AZADIYÊ AVA BIKIN
Şenoglu got divê ew demokrasiya xwe ava bikin, qadên xwe yên azadiyê û sazûmaniya vê ava bikin. Şenoglu got rejîma AKP’ê van qedexe dike jixwe, carinan tê yasayan û rêgezan jî qedexe dike û gava vê jî ji xwecih dikare wer avêtin. Şenoglu wiha got, ”Divê em gavên wiha bavêjin ku ji encamên hilbijartinê zêdetir bin, salên bên mîsoger bikin. Rêya vê jî demokrasiya xwecih, a rasterast e. Ji bo vê jî em girîngiyê bi hilbijartinê didin.”
DIVÊ EM FIKARAN LI ALIYEKÎ DEYNIN
Şenoglu got tişta ku Erdogan tim dibêje, ”pirsgirêka mayindetiyê” ne ya gel e û Tirkiyê ye, ya partiya wî û berjewendiya wî ye û got, ”Li Kurdistanê li dijî qeyûm vîneke xurt a gel diyar bû. Şaredarî wê werin standin. Li Rojava jî qonaxeke krîtîk heye. Kedkar û gel divê wiha bibêjin; stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê digihîne hev. Ev tekane rengê berbiçav e ku dikare bi ser bikeve û AKP were têkbirin.” û bangk ir ku gel destê xwe li ser wijdanê xwe deyne û biçe ser sinsoqê û li gor stratejiya HDP’ê dengê xwe bide.