STENBOL – Nedîm Yildirim, birayê Cesîm Yildirim ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: “Bi milyonan kes dengê xwe bilind dikin, nexwe divê dawî li tecrîdê bê.”  Ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Coelmêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Guven, 108 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.  Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê Ceîsm Yildirim e ku ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.  Yildirim, bi telefonê li birayê xwe Nedîm Yildirim geriya. Birayê wî Yildirim got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Gotin, heta tecrîd ji holê ranebe wê çalakiya wan dewam bike.”  ‘DIVÊ GUH BIDIN’  Yildirim, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan hemû gelê kurd tê tecrîdkirin û got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye jî. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Em naxwazin kes bimire. Niha bi milyonan kes dengê xwe bilind dike. Nexwe divê guh bidin vî dengî.”  Her wiha Yildirim, diyar kir ku hîn jî baş deng nehatiye bilindkirin ûg ot: “Niha tenê li Stenbolê 3 milyon kurd hene. Em demokrat û soyaslîstan jî biehsibînin dike 4 milyon. Eger nvêiyê evana jî dengê xwe bilind bikin, wê dewlet ji mecbûrî guh bide daxwaza girtiyan.”  ‘DIVÊ HERKES ZANIBE’  Yildirim, anî ziman ku divê herkes zanibe ku girtî ji bo çi ketine greva birçîbûnê û got: “Divê herkes tecrîdê bilêv bike. 300 girtî di greva birçîbûnê de ne û jiyana wan di xetereyê de ye. Ji destê kê çi tê divê bike.”  MA / Sadiye Eser