Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser cezayên kêfî yên mîna ‘avêtina voltayê’ yên li Îmraliyê û destnîşan kir ku divê her kes li ber tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê rabe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi rengekî giran tecrîdkirî ye. 7 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Birîna cezayê dîsîplînê gihîşt wê astê ku ji ber meşê ‘volta’ jî lê bê birîn, ku ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ‘Cezayê avêtina voltayê’ nehiqûqî û kêfî ye.

Ozturturk Turkdogan bi bîr xist ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) piştî serdana Gulana 2019’an a li Îmraliyê hin pêşniyar li Tirkiyeyê kir û got, Tirkiye li şûna ku van pêşniyaran bi cih bîne, bi rêya cezakirina kêfî hevdîtin li Abdullah Ocalan qedexe kir.

Turkdogan di vê mijarê de bal kişand ser pîvaneke girîng a hiqûqî û got, “Hûn nikarin timî ceza bidin mirovekî ku bibe sedema mexdûriyeta maf. Eger hûn ji bo astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re mîna ‘cezayê voltayê’ bi sedem kêfî timî cezayên dîsîplînê li mirovekî bibirin û hevdîtinê lê qedexe bikin, ev tê wateya mexdûriyeta timî. Hiqûqa gerdûnî ne li pişta vê yekê ye. Li ser vê bingehê li dijî maf e.”

Ozturk Turkdogan her wiha bi bîr xist ku parêzerên Abdullah Ocalan ne ji wî bi xwe, lê belê ji bersiva Tirkiyeyê ya li serlêdaneke li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hîn bûne ku cezayê voltayê lê hatiye birîn û destnîşan kir ku ev yek rewşeke hîn girantir e.

Bi dewamî Ozturk Turkdogan got, “Abdullan Ocalan bi tecrîdkirinê ne tenê tê cezakirin, di heman demê de pêşî lê tê girtin ku mafê xwe yê dozê û îtirazê bi kar bîne. Yanî mafê wî yê dadgehê tê astengkirin. Di dema rewşa awarte de jî mafê xwegihandina dadgehê yê girtiyan nedihate astengkirin. Ji bo deqeyekê jî be girtiyan teqez dikarîbûn parêzerên xwe bibînin. Lê belê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi ti awayî nikare parêzerên xwe bibîne. Ji Tebaxa 2019’an û vir ve wiha ye. Ti aliyekî vê yekê yê bê vegotin nîne. Abdullah Ocalan di heman demê de nikare ji mafê xwe yê herî bingehîn ê destûra bingehîn sûdê werbigire. Nikare ji mafê xwegihandina dadgehê sûdê werbigire. Ji ber vê yekê tiştekî gelekî nebaş e ku parêzer ji DMME’yê hîn bûn kuk ceza li muwekîlê wan hatiye birîn.”

Ozturk Turkdogan bi bîr xist ku ÎHD yek ji 4 saziyan e ku serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane û jê xwestine ku biryara DMME’yê ya li ser binpêkirina mafên mirovan a ji ber ‘cezayê girtinê ya heta bi hetayê’ ku têkildarî Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan bixe rojeva xwe. Turkdogan nerazîbûn nîşanî bersiva Tirkiyeyê ya ji bo komîteyê da.

Ozturk Turkdogan anî ziman ku bersiva hikumetê ya li komîteyê nerast e, li Îmraliyê tecrîd û cezakirina bi rengê kêfî dewam dike û pêşniyarên CPT bi cih nehatine anîn.

Ozturk Turkdogan diyar kir ku di serlêdana 4 saziyan de ya li komîteya wezîran, ‘mafê hêviyê’ hate bibîrxistin, lê belê Tirkiyeyê qet behsa vê mijarê nekiriye.

Hevserokê ÎHD’ê destnîşan kir ku qanûnên Komara Tirkiyeyê li girava Îmraliyê bi cih nayê anîn û ev yek ne ya qebûlkirinê ye, lewma divê her kes li ber tecrîd û kiryarên kêfî yên li Îmraliyê rabe.