Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê de daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Di van rewşên girîng û qonaxa dawîn a pêngava tunekirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de û li hemberî lihevkirina ku çareseriya siyasî helwesta saxlem ber bi avakirina aramiyê di Sûriyeyê de ye, dewleta Tirk ji hemû aliyan ve bi israr tu xebatên damezirandina nimûneyekê ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û dawiyê li şerê ku Sûriye hilweşandiye û gelê wê şerpeze kiriye, qebûl nake.

Êrîşa artêşa Tirk li dijî hin gundên Kobanê di sibeha civîna çaralî de ya li Stenbolê di navbera Tirkiye, Fransa, Almanya û Rûsyayê de ku di 28’ê Cotmeha 2018’an de hatiye lidarxistin û rastî salvegera yekemîn a rizgarkirina paytexta îdîaker a terorê bajarê Reqayê tê, dijberiyeke metirsîdar e û peyamek e ku Tirkiye tê de diyar dike ku hê jî dixwaze şerê li Sûriyeyê bidome. Her wiha bi serkêşiya Erdogan bi rêya têkşikandina derfetên çareseriyê hewl dide ber bi çalakiya vejandina şêwazeke ku şûna DAIŞ’ê bigire, tev digere da ku Sûriyeyê çi di aliyê leşkerî de û çi jî di aliyê siyasî de bêtir ber bi hilweşandinê ve bibe. Tirkiye her wiha berdewam hewl dide rê li pêşiya zayîna projeyeke demokratîk ku çareseriya niştimanî ya Sûriyeyê mîsoger dike û yekitiya civaka Sûriyeyê pêk tîne û derfetên şerê navxweyî tune dike, bigire.

Li hemberî vê êrîşa nerewa ya dewleta Tirk ku tu hincetên wê tune ne, rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî mafekî temam ê xweparastinê û parastina projeya xwe ya demokratîk di Sûriye û herêmê de ye. Pêkhateyên li vir ên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr û mezheb û baweriyên din xwedî mafê xweparastinê û parastina destkeftiyên xwe ne, bi taybet aliyek heye ku dubare bê heq êrîş dike.

Em wek Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşa artêşa Tirk li dijî gund û deverên Kobanê bi tundî şermezar dikin. Em banga lezgîn li hemû hêzên xwedî bandor di rewşa Sûriyeyê de û di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê û Koalîsyona Hêzên Navneteweyî dikin ku pêwîst e şer û serkeftinên li dijî DAIŞ’ê pêk hatine û hewldanên me ber bi çareseriyeke demokratîk ve binirxînin û ev rewşa pêşketin û serkeftina li dijî terorê li gorî tedbîrên taybet wernegirin. Nemaze hewldanên ku têkoşîn û şerê me li dijî terorê bixin qurbaniya berjewendiyên xwe. Her wiha ji erka van hêzan e ku çalakiya çareseriyê li Sûriyeyê bi xebat û kedeke cidî bi pêş ve bibin û çareseriyeke li gorî destûreke demokratîk ku daxwaza hemû welatiyên Sûriyeyê bi cih tîne, pêk bînin. Her wiha rê li pêşiya êrîşên Tirkiye û dagirkeriya wê li herêmên Sûriyeyê bigirin. Di heman demê de em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li gorî rastiya ku alîkariya Tirkiyeyê bi terorê re teqez dike û hewl dide aramiya li Sûriyeyê têk bibe, tev bigerin.

Em bang li hemû gelê xwe ji hemû pêkhateyan li hundir û derveyî welat û hêz, partiyên siyasî, tevgerên civakî û sivîl dikin ku helwesta xwe li hemberî van dijberiyên Tirkiyeyê hişk nîşan bidin. Divê rastiya ku dewleta Tirk li Efrînê dide meşandin were eşkerekirin û rola Tirkiyeyê û siyasetên Erdogan di rêgirtina li pêşiya lihevkirinên gelê Sûriyeyê de û hewldanên wî yên vejandina terorê di bin navên cuda de piştî pêngava tunekirina DAIŞ’ê were riswakirin.”