Welatiyên Helebce diyar kirin ku divê hikûmeta Iraqê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê dengê xwe derbixe û gotin ku divê berjewendiyên hizbî nexin pêş berjewendiyên gel de.
Êrîşên dagirkeriyê û zextên li gel Kurdan berdewam dikin. Xelkê Kurdistanê ji dijî dagirkeriyê daxwaza yekîtiya neteweyî dikin. Herwiha ji ber ku Kurdan heta niha nekarine yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bifikar in.
Welatiyên Helebce li ser yekîtiya neteweyî û êrîşên dewleta Tirk ji ajansa Rojnews’ê re axivîn.
Mamosta Cîhangir Celal: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye darekekî di destê welatên biyanî de. Her dema ku xwestin kar pê didin kirin. Her tim nekariye berekê li ser xebata Kurdewarî zêde bike. Divê hikûmeta Iraqê li ser van êrêş dengê xwe derbixe. Xelkê Şêladizê jî bêcudahî weke xelkê Mûsil û Bexda temeşe bike.”

Herwiha Mamosta Yasîn Hesen: “Di nava partiyên Başûrê Kurdistanê nebûna yekîtiya neteweyî sedama xwe ji nebûna gelenperiyê digire. Hizb bi qasî ku xema kursî û wezîfeyan in, ew qas ji bo yekîtî û yekgêziya neteweya me xem naxwin.

Dewleta Tirk dijminê giran ê miletê Kurd e. Li Rojava, Bakur û Başûr şerê Kurdan dike. Rê nade bi ti awayî dewleta Kurd ava bibe. Divê xelk bêyî ku berjewendiyên xwe li ber çavan bigirin li dijî faşîzma dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
(ab)