Parêzer Artûro Salernî, bal kişand ser mafê penaberiyê, ku dadgeheke Îtalyayê ev maf daye Abdullah Ocalan û ji Îtalya xwest ku bi berpirsyariya biryara xwe rabe.

Parêzer Artûro Salernî, ji ANFê re axivî û got; Piştî kampanya di asta cîhanî de ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, me jî li Îtalya kampanya da destpêkirin. Astengkirina hevdîtina 33 mehan bi Abdullah Ocalan re, rêbazek êşkencê ye. Ev kiryar, binpêkirina mafên bingehîn yên Peymana Mafên Mirovan ya Ewropa ye. Tirkiye endamê Konseya Ewropê ye, divê Konseya Ewropa demildest mudaxele bike.

Parêzer Salernî, bibîrxist ku Dadgeha Romayê, di sala 1999’an de, mafê penaberiya siyasî da Rêber Abdullah Ocalan. Ev biryar îro jî derbas dide. Di çarçoveya vê biryarê de, Îtalya xwedî berpirsiyariyek taybet e ku ji bo guhertina mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî bikeve nava tevgerê.

Parêzer Arturo Salernî herî dawî got; Gelê Italya, ji ber dîlgirtina Rêver Ocalan gelekî xengîn bû. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava, gelê Italya zêdetir nêzîkî gelê Kurd bûye. Niha jî, bi vî ruhê hevgirtinê, erka me ya pêşî ew e ku em li Îtalya zextê li ser saziyên me û bi taybetî li parlementoyê bikin, da ku desthilatdariya Îtalya bikeve nava tevgerê. Divê Îtalya berpirsiyariya biryara penaberiya ku ji aliyê dadgeha Îtalya ve ji Ocalan re hatiye dayîn û nikare bê betalkirin, bigire ser xwe. Em ê israr bikin ku desthilatdariya Îtalyayê vê berpirsiyariyê bi cih bîne.