Jinên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku berxwedana şervanên jin a Kobanê bûye hêviyek ji bo jinên her çar parçeyên Kurdistanê. Jinan destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bingehê yekîtiyê avakiriye û divê hemû jinên Kurd ji bo yekitiya netewî kar bikin.

Jinên li bajarê Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê li ser roja cîhanî ya Kobanê û rolê jinan di berxwedana Kobanê de ji RojNews re axivîn.

Xwendekara zanîngehê a bi navê Şênî Mihemed di destpêkê de serkeftina şervanên jin ya li Kobanê pîroz kir û wiha axivî; “Serkeftina jinên Kobanê li hemû jinên Kurd pîroz be, em diwê hêviyê dene ku ev roj bibe sedemê yekitiya gelê Kurd. Serkeftina jinan ya li Kobanê, ji bo jinên Kurd dîrokek gelek girînge. Jinên Kurd dikarin ji ezmûna jinên Kobanê sûdek baş bigrin.”

Mamosta zanîngehê Şîrîn Hisên jî li ser berxwedana Kobanê û roja cîhanî ya Kobanê axivî. Şîrîn got: “Em bi berxwedana Kobanê serbilindin, ji ber ku Efrîn dibin dagirkeriyê deye, em gelek pê xemginin. Têkoşîna şervanên jin yên Kobanê di aliyê derûnî de bandorek li ser hemû jinên Kurd kiriye. Hemû jinên Kurd bi şervanên jin serbilind û kêfxweşin.”

Karmenda bi navê Kalê Îsmaîl jî li ser heman mijarê axivî û got; “Ez vê rojê li hemû şervanên jin pîroz dikim, ez hêvîdarim berxwedana şervanên jin yên li Koban û Efrînê, bibe sedemê wê yekê ku êdî jinên Kurd neyên paşguh xistin. Em jin hemu bi hevre ji bo yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê kar bikin.

Serkeftina Kobanê karî bibe ezmûnek baş ji bo yekîtiya gelê Kurd, ji ber ku tenê bi yekitiyê em dikarin serkeftinê bi destbixin.