Mamostayên zanîngeha Silêmanî diyarkirin nakokiya dinavbera Kurdan de jî bandorek mezin li ser biryarê Ewrupa ya li ser PKK’ê kiriye. Mamostayan da zanîn ku divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi vê yekitiyê peyamek bidin welatên derve.
Mamostaya zanîngeha Silêmaniyê Telar Elî got ku sedemê ne derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, dengeya hêz û berjewendiyên welatên Ewrupa yên li gel Tirkiyeyê ne. Telar got: “Nakokiya dinavbera Kurdan de jî bandorek mezin li ser biryarê kiriye, ji ber ku weke parçebuyî Kurdan dibînin û ji bo vê van biryaran didin. Divê Kurd bi yek deng, li ser asta hikumet, parlamento, rêxistin û hemu parçeyên Kurdistanê piştgiriya PKK’ê bikin. Wê yekrêziya gelê Kurd û yek helwestî peyamek girîng bide welatên derve.
Di biryara dadgeha Ewrupa de jî diyar bû ku, mijara Kurd û tevgera azadîxwaz a Kurdistanê mijarek rewaye. Herwiha rolê PKK û YPG’ê yê di şerê hemberî çeteyên DAIŞ de, we kir ku dadgeh bi vî awayî behsa PKK’ê bike.”
Mamostayek din a binavê Niyaz Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û got: “Divê hemu parçeyên Kurdistan, hizbên Kurdan û bi taybet PKK, li ser vê mijarê bi awayek hestyar kar bikin. Bila bi belgeyan îspat bikin û ji Ewrupa re hemu kar û xebata xwe ya rewa bidin nîşandan. Pêwîste belgeyên ku PKK’ê weke terorîst dayî nîşandan, hemu werin hilweşandin.
Divê Kurd bi yasayan kar li ser mafên xwe bike, ji ber ku wê awayek hestyar û yasa bibe sedemê guhertîna qonaxê. Hizbên siyasî yên Kurdistanê, ji ber berjewendiyên xwe li ser welatan belav bûne û dijayetiya Kurdan dikin. Ji bo vê xeta netewî ji bo Kurdan gelek girînge, divê berjewendiyên siyasî û netewî ji hev were cuda kirin.”