Nerazîbunên li hemberî biryara Amerîka ya li dijî sê şoreşgerên Kurd her ku diçe mezin dibe. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku ew şoreşgerên xwe na firoşin û biryarê şermezar dikin. Bi vê rojnameger, parêzer û parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê ji RojNews re axivîn.
Di destpêkê de rojnameger Şwan Mihemed li ser vê mijarê axivî û wiha got: “Wê ne Amerîka ne jî Rusya mafê gelan mîsoger bike, me li Efrîn dît ku bi plana Rusya û Tirkiye hat dagirkirin. Îro jî Amerîka dixwaze Kurdan bike qurbanê aloziya dinavbera xwe û Tirkiyeyê de. Divê Kurd li hemberî vê biryarê yekitiya xwe ava bikin.”
Parêzer Siruşt Helebceî jî li ser heman mijarê axivî û got ku Amerîka bi vê biryara xeletiyek mezin kir û wiha pêde çû: “Amerîka bi vê biryarê xeletiyek mezin li dijî hêza ku dijî terorîstan û bitaybet çeteyên DAIŞ şer kirîn dike. Ev biryarek siyasiye û tenê ji bo berjewendiyên xwe bi karaniye. Divê gelê Kurd li her devera ku lê çalakî û nerazîbunên xwe li hemberî vê biryarê nîşan bidin. Pêwîste li giştî Herêma Kurdistanê jî bi çalakiyan biryara Amerîka were şermezar kirin.”
Çavdêrê siyasî Hekîm Ebdulkerîm jî li ser biryara Amerîka ya dijî sê şoreşgerên Kurd got: “Me dît ku biryar li balyozxaneya Amerîka ya li Tirkiyeyê hat dayîn. Ev jî tê wateya nermbûna Amerîka ya hemberî Tirkiyeyê. Jiber ku Amerîka di tirse ku wê Tirkiye bi aliyê Rusya ve here.
Pêwîste gelê Kurd xwedî yek helwest be, divê hizbên siyasî jî vê yekê baş bizanin, îro biryar li ser şoreşgerên PKK’ê tê girtin, wê sibe li ser wan jî were girtin. Ji bo vê ya herî baş li hemberî van komployên ser gelê Kurd yekitiye.”
Herî dawî Parlamentera berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Geşe Dara jî li ser heman mijarê axivî û got: “Bi derxistina vê biryarê re hemu danezanên mafê mirovan û demokrasiyê dikeven ber lêpirsînê. Her sê şoreşger ji bo destxistina mafên netewa Kurd li çiya dene. Dewleta Tirk mafê axaftinê yê bi zimanê dayîkê jî jibo wan qedexe kiriye.
Ev biryar ne tenê peywendiya xwe bi sê şoreşgeran ve heye, peywendiya xwe bi doza gelê Kurd ve heye. Pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê helwesta xwe a li hemberî biryarê bide nîşandan û nerazîbuna xwe bîne ziman. Ji ber ku biryar li dijî mafê netewekê ye.”