Çalakgerên navçeya Seyiqsadiq diyar kirin ku divê hizbên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanên xwe zêde bikin.
Çalakgerên navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê têkildarî helwesta partiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Rojnews’ê re axivîn.
Rojnameger û çalakvanê civaka sivîl Mehmûd Ebdulkerîm diyar kir ku divê gelê Kurd li Bakûr û parçeyên din ên Kurdistanê zextên medenî tundtir bikin, ji bo şikandina tecrîlda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got; “Tiştka ku dewleta Tirk li hemberî Ocalan dike, binpêkirina mafê mirovan û neteweyekê ye. Rê nayê dayîn parêzer û ti kes serdana wî bikin û ti agahiyan jê bigirin.”

Rojnameger û çalakvanê civaka sivîl Mehmûd Ebdulkerîm diyar kir ku divê neteweya Kurd û partiyên Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo şikandina tecrîdê piştgiya xwe destnîşan bikin û got ku divê partiyên siyasî jî bi hewldanên xwe yên medenî ji bo şikandina tecrîdê zextan bikin. Mehmûd Ebdulkerîm da zanîn ku armanca tecrîdkirina Ocalan l Tirkiyeyê tecrîdkirina siyaseta Kurd û PKK’ê ye.
Herwiha çavdêrê siyasî Araz Ehmed jî têkildarî zordariya dewleta Tirk a li ser Ocalan wiha axivî; “Peyama me ji bo dewleta Tirk eve, bi girtina Ocalan û seden rêveberên weke Ocalan, nikarî gavan li Kurdan paş bidî avêtin û ji xebatê bidî sar kirin.”
Araz Ehmed destnîşan kir ku ne tenê Ocalan hatiye girtin, li Îmralî tevahiya Kurdan hatiye desteserkirin û got; “Ocalan dengê me ye li Îmralî hatî bêdeng kirin.”

Araz Ehmed bal kişand li ser helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan jî wiha got; “Hemû partiyê Başûrê Kurdistanê divê bi hemû bîr, bawerî û olan re yek helwest bin û bawerî bi xebata Ocalan dike bînin. Meşaleya wî berdewam bikin. Ji bo şikandina tecrîdê hewldanên xwe zêde bikin.”