Rayedarên başûrê Kurdistanê navend û buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Herêma Başûrê Kurdistanê girtin. Ev biryara girtinê rastî nerazîbûn û tengezariya welatiyên Kurd hat. Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di hevdîtinekê xwe ya li gel ajansa me ANHA’yê de got ku girtina navend û buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di van demên dawîn de, jihevxistina hevgirtina Kurdan armanc dike û got ku biryar dûrî daxwaza civaka başûrê Kurdistanê ye.

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku gelê Başûr ji bo azadiya xwe gelek şehîd dan û tu carî îradeya gel nayê şikandin û wiha anî ziman: “Gel baş dizane ku rêgirtina li pêşiya azadiyê û xebatên partiyan li ser daxwaza hêzên derve pêk hatiye û tu carî li hemberî vê yekê bê deng namîne û bi taybet Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê nûnertiya dengê gel dike û li dijî destwerdana Tirkiyeyê di başûrê Kurdistanê de tê dikoşe.”

Girtina buroyan bersiva lidarxistina hevdîtinên şêwirmendî yên kongreya neteweyî bû

Hiso got girtina buroyan di bin hinceta destûr negirtinê de pêk hatiye û ev yek jî perdeyek e ku rayedarên Başûr xwe li paş wê vedişêrin da ku derbeyê li hevgirtina Kurdan bidin û wiha domand: “Ev helwesta rayedarên Başûr piştî mehekê ji civîna şêwirmendî ya ji bo lidarxistina kongreya Nneteweyî ya Kurdistanê ya li Ewropayê pêk hat û divê hikumeta başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê vegere rêbaza nemir Mam Celal Talebanî ku jiyan û têkoşîna xwe ji bo hevgirtina Kurdan qedandiye.”

Hiso da zanîn ku biryara girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê gelekî xeternak e û gelê Kurdistanê tu carî vê biryarê qebûl nake û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Her kes baş dizane ku ev helwest ji ber biryareke hêzên derve ye û tu girêdana wê bi daxwaza gelê Kurd re tune ye. Ji ber vê yekê divê hikumeta başûrê Kurdistanê li biryara xwe vegere û lêborînê ji gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bixwaze.”

Binpêkirina azadiyan komployeke li dijî gelê Kurd e

Der barê helwesta Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de Xerîb Hiso got ew vê biryarê şermezar dikin û bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê biryarê helwesta xwe hişk nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger ev siyaset berdewam bikin ev yek tê wateya binpêkirina azadiyan berdewam dibe. Ev siyasetên hikumeta başûrê Kurdistanê ya girtina buroyên siyasî û rêxistinên sivîl helwesteke şaş e û li dijî gel e. Dîrok dê van komployên li dijî gelê Kurd bidarizîne.”

ANHA