Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarrîc bi daxuyaniyeke niviskî ragihand Guterres bi Serokê Konseya Seroktiyê Muhammed El Menf û wekîlê Serokwezîr Abdul Hamid Dbeybah re hev dîtiye.
Dujarrîc got, ”Sekretê Giştî di van hevdîtinan de dupat kir ku NY destekê bide hilbijartinên li Libyayê, hazir e ku agirbestê bişopîne û diyar dkir divê hêzên biynaî vekişin.”
Li gorî NY’yê ji Kanûnê li Libyayê hê jî 20 hezar leşkerên kirêkirî û biyanî hebûne.
Dujarrîc dema daxuyaniya çapemeinyê li ser pirsa bê ka hêzên navborî dest bi vekişandinê kirine yan na, bersiveke neyênî da.
Berdevk got, ”Li ser vekişîna yekîneyên biyanî ne xwedî agahiyeke zêdetir inm. Em dixwazin heta ku ji dest were ev di demeke zû de pêk were.”
Li gorî berdevk, Antonîo Guterres El Menfî û Dbeybah pîrorz kir û got girîng e ku ev ekîb heta hilbijartina 24’ê Kanûnê bi hev re bixebitin.