Polonya bi mehan e li dijî Yekîtiya Ewropayê têdikoşe û naxwaze biryarên li Brukselê têne dayin bi cih bîne.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê (ECJ) li ser vê yekê kete nava liv û tevgerê û bi wergirtina biryareke tund cezayê pereyan ê ji bo rojekê milyonek euro li Polonyayê birî.

Li gorî daxuyaniya ku doh hate kirin, sedema vê biryarê ew e ku dadgeha herî bilind a vî welatî biryarên li ser reforma dadgeriyê yên heta niha bi cih neaniye.

Hikumeta Polonyayê jî biryar weke ‘şantajê’ pênase kir. Alîkarê Wezîrê Edaletê Sebastian Kalta li ser Twitterê peyamek da û got, “AAD destûra bingehîn a Polonyayê û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bi temamî biçûk dike û ji nedîtî ve tê. Dadgeh di erkên xwe de zêdegaviyê dike. Ev yek qonaxeke pêş a poerasyona ji bo rakirina bandora hikumeta Polonyayê ye. Ev şantajeke.”