Nivîskar û mamostayê zanîngehê Hawjîn Mela Emîn diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdê pêşî li tez û projeyên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bigire û ev rexneye kir; “Nivîskar û rewşenbîran weke pêwîst ji bo azadiya Ocalan kar nekirine.”

Roja 9’ê Cotmehê 20 sal di ser komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibin. Dewleta Tirk niha li ser Ocalan tecrîdek di asta êşkenceyê de dimeşîne. Zêdetirê 7 salane destûr nade parêzer biçin gel. Malbat jî 2 salin nikarin biçin Îmralî gel Ocalan.

Nivîskar û mamostayê zanîngehê Hawjîn Mele Emîn der barê tecrîdê de ji Ajansa RojNews re axivî. Emîn diyar kir ku komploya dijî Ocalan, komployek navnetewî bû û wiha domand; “Armanca komployê tinekirina projeya rizgarîxwaza gelê Kurd, xebat û berxwedana heyî bû.”

Li ser bandora tezên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî Emîn wiha axivî; “Girtina Ocalan û ev tecrîda li ser tê meşandin, ji bo pêşîgirtina li tezên çareseriyê yên Ocalan e. Tezên Ocalan ji bo dizayînkirina Rojhilata Navîn ji nû dûrê pîlanên dewletên emperyalist ên herêmê ye.”

Li ser erka rewşenbîran a li hemberî tecrîd û êşkenceya li dijî Ocalan tê meşandin jî, Emîn got; “Weke rewşenbîr, nivîskar, kesên xwedî helwest û rêxistinên medenî pir kêm xebat kirine. Pêwîst bû zêdetir kar kiriban û ji bo rakirina tecrîdê hewldanên zêdetir bikiriban.”

Hewjîn Mele Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Tecrîdkirina Berêz Ocalan û hemû zextên dewleta Tirk, bingeha xwe ji hovîtiya dewleta Tirkd digirin. Dewleta Tirk naxwaze hebûna Kurdan li Rojhilata Navîn qebûl bike. Dewleta Tirk hebûna Kurdan ji bo xwe metirsî dibine.”