Êzidiyên Şengalê ku şahidî ji komkujiya gundê Sîba Şêx Xidir û Til Izêr kirin, diyar kirin ku armanca tinekirina gelê Êzidî bû.

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de li gundê Siba Şêx Xidir û Til Izêr yên Şengalê teqînek mezin pêk hat. Di teqînê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Gelek ziyana madî ya welatiyan jî çêbû. Êzidiyên ji Şengalê ku bi boneya 11’emîn salvegera vê teqînê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku armanca teqînê tinekirina gelê Êzidî bû.

Yek ji şahidên komkujiya Siba Şêx Xidir û Til Izêr, Wetha Fano wiha qala komkujiyê kir; “Dema teqîn çêbûyî ez ji tenûrê dihatim. Ez giham malê, ji ber teqînê ez ketim û hemû nanê min ket. Lê herdû keçên min j imin qut bibûn. Mal ser me de hilweşî,me bi zorê xwe xilas kir. Dema cenazeyê yekemin anîn min got ew çiye? Ji malekê nêzî 24 kesan hatin qetilkirin. Du tiyên min, jintiya min, du birazî û hevserê min jiyana xwe ji dest dan. Herdû keçên min di bin xanî de man. Herder cenaze, xwîn bû û nale nala birîndaran bû.”

Wetha Fano li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî got; “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dîsan ferman anîn serê me. Eger ne ji gerîlayên HPG, YJA Star û şervanên YPG û YPJ’ê ba, emê ji vê fermanê xilas nebane. Hatin em rizgar kirin. Av û xwarin anîn pêşiya me. Zarok hilgirtin, pîr û kalên me dan pişta xwe. Heya em bijîn, emê qenciya wan şervanên azadiyê jibîr nekin.

Çiqasî zehmet jî be jiyana di çadiran de, lê ji mal û qasrên xelkê baştire. Çewan be em dîsan her li ser axa xwe ne. Bila hemû Êzidî werin li war û axa xwe vegerin. Ti feydeya dewletên derve ji bo me nîne. Ji bo wê pêwîste em bi xwe xwedî li xwe derkevin. Ji bo wê cardin ez dubare dibêjim di van çadiran de jiyîn, ji jiyana dervey welat baştire. Ji bo wê bila gelê me vegere ser ax û warê xwe.”

Serhan Ito ku ji malbat û mirovên wî gelek kes di teqîna Til Izêr de jiyana xwe ji dest dan, wiha got; “Em gundî û eşîrên hev bûn. Ne yek, 74 ferman li ser me çêbûn. Teqîna kul i Til Izêr çêbû, me got terorîstin. Lê paşê me fam kir ku destê siyaseta qirêj e. 3 wesayitên mezin anîn li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir teqandin. Dema teqîn çêbû heya saetekê me nedizanî em li kûderê ne. Ji toz û dumanê me pêşiya xwe ne didît. Gund bi giştî wêran bû. Di teqînê de 2 bira, 2 birazî û hevjîna birayê min jiyana xwe ji dest dan. Herdû malên xalê min jî wêran bibûn.”

Serhan Ito wiha jî dewam kir; “Em 85 milyon bûn. Lê hingî dewletên weke Osmanî û Tirkan xwestin me tine bikin, em niha milyonek mane. Xwestin bi rêya ferman û teqînan me tine bikin. Ger ji zarokekî jî pirs bikî bêjî kî bi hewara we hat û hun xelas kirin, wê bêjin PKK di hewara me hatin û pêşmergeyan pişta xwe dan me û reviyan. Hêvî daxwaza me jî Rêber Apo bi fîzîkê azad bibe û em di nava gel de bibinin.”

Murad Ito yê ji gundê Til Izêr jî li ser komkujiya 14’ê Tebaxê wiha axivî; “Di 14’ê Tebaxê de teqîn çêbû. Hinek ji leşkerên hikûmeta Herêmê digotin wê teqîn çêbibe. Lê me ji wan bawer nekir. Di teqînê de 5 kesan ji mala me jiyana xwe ji dest dan. Min bi çavê xwe dît. Heya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî me bawer nedikir.Di fermana 2014’an de PKK bi hewara me hat. Şervanên azadiyê gelê me parast. Em ji mirin, tinebûn û birçîbûnê rizgar kirin. Me ti hiqûq li gel hikûmeta navendî, Ewropa û kesên qala mafê mirovan dikin nedît.”

Murad Ido axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir; “Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Herçar parçeyên Kurdistanê azad bibin. Bila gelê me yê Êzidî vegerin cih û warê xwe. Ji dervey axa Şengalê ti war û cihê me yê din nîne.”