Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku Diyaneta ‘tapûyê ji bihuştê’ dide, mejiyê mirovan pûç dike û got, “Wezareta Karên Diyanetê dixwaze welê li gel bike ku serê xwe li ber dewletê bitewîne.”

Kûrsên Quranê ku hejmara wan zêde dibe, bi bûyerên destavêtin û destdirêjiya zayendî di rojevê de ne. Wezareta Karên Diyanetê ku li ser bûyerên destavêtinê gotineke bi tenê jî nekiriye, di dema vekirina Kûrsa Quranê ya Mêr a Pazarcixê ya li Mereşê gotinên sosret kir. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş got, “Xwedayê me mizgîniyê dide ku kesekî di vê kûrsê de tûxlayekî xwe hebe, wê ji ber wî tûxlayî li Bihuştê xaniyek jê re bê dayin.”

‘ŞARLATANÊ KU TAPÛYA BIHIŞTÊ BELAV DIKE’

Îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya ev daxuyaniyên Erbaş nirxand û bal kişandin ser zêdebûna kûrsên olî. Elîaçik ev gotinên Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş şiband pêkanîna Enduljans a Dera Katolîk ku di Serdema Navîn de li Ewropayê dikir. Elîaçik destnîşan kir ku gotina ‘şarlatan’ ku ji zimanê Îtalî tê, ew gotine ku ji bo kesên ‘tapûya bihiştê’ belav dikin tê bikaranîn.

Elîaçik got, “Dema ku mirov bala xwe bidin ser Tirkiyeyê, eger bê gotin, mirovekî ji rêzê ‘tapûya bihiştê belav dike’ wê jê re bê gotin ‘şarlatan’ e. Niha heman tiştî Wezareta Karên Diyanetê dike. Ew tişta ku dewlet dixwaze dike.

Karên Diyanetê yên dimirin şehîd radigihîne û kesên ku dewlet dixwaze mejiyê wan pûç bike, pûç dike. Dixwaze welê li gel bike ku serî li ber dewletê bitewîne û dema vê dike olê bi kar tîne. Di nava Îslam a rasteqîn de tiştekî wiha nîne. Ev yek oleke Emewî ye û rola ola Emewî jî ev e. Ji bo desthilatdariyê hatiye afirandin. Ola Emewî ew e ku ola ji bo raperînê ava bûye bike oleke ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê.

‘KARÊ DIYANETÊ BIKARANÎNA OLA DESTHILATDARIYÊ YE’

Karê diyanetê bikaranîna ola desthilatdariyê ye. Hemû daxuyaniyên xwe jî ji bo rewakirina desthilatdariyê ye, bicihkirina desthilatdariyê li dil û mejiyê mirovan e. Dema ku vê dike çanda Îslamê ya kevn a nehatiye lêpirsîn bi kar tîne. Her hûn biçin jê bipirsin wê bêjin, ev yek hadîs e. Wê bêjin, ev yek gotina pêxemberê me ye. Lê belê ev ne rast e, pêxember tiştekî wiha negotiye.”

KAYA: OLA LI TIRKIYEYÊ BÛYE OLA DESTHILATDARIYÊ

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî diyar kir ku polîtîkayên heyî yên hikumetê civakê dirizîne û got, “Çima di dema vê desthilatdariyê de bi argûmaneke olî ewqasî bûyerên rizgandin, dejenerebûn, destavêtin û destdirêjiyê zêde bûn? Divê em li bersiva vê pirsê bigerin.”

Kaya anî ziman ku ol ketiye bin serweriya dewletê û got, “Ol bûye olê desthilatdariyê, bûye olê mêr.”

Kaya destnîşan ir ku ji ber vê yekê ev kevneşopiya mêr bi sedan sal in zext û zorê li jinê, xwezayê û jiyanê dike.