Hunermend Diyar Dêrsim diyar kir ku tê xwestin di navbera Kurdan de şer were destpêkirin û li ber dinyayê biçûk werin xistin. Diyar bal kişand ser vî tiştî ku Zînî Wertê li ber Kurdan xefkek e.
Hunermend Diyar Dêrsim bal kişand ser vî tiştî ku divê Kurd berê çekên xwe nedin hev û êdî ew li ser navê Kurdekî hunermend ji vî tiştî fedî dike.
Hunermend Diyar Dêrsim derbarê xebatên yekîtiya neteweyî ya hunermendên Kurd, rola hunermendan a di nav têkoşîna azadiyê de û provokasyona Zînî Wertê axivî.
Hunermend Diyar Dêrsim derbarê yekîtiya neteweyî ya hunermendên Kurd got ku “Bi qasî 6 meh berê platformeke hunermendên Kurdistanî ava kir. Armanca me ev bû ku em destkeftiyên gel û welatê xwe biparêzin û tevkariyê li yekîtiya neteweyî bikin. Li Ewropayê em 120 hunermend li hev civiyan, me konferansên çapemeniyê li dar xist. Piştre me li Hewlêr û Silêmanî platform ava kir. Me plan dikir ku em li herêma Behdînanê jî vî tiştî bikin lê şewba koronavîrusê dest pê kir.
Divê em diyar bikin ku li dijî êrîşên dijmin me reflekseke Kurdistanî nîşan neda û sedsalek ji nava destê me çû. Di sedsala 20’an de neteweyên din ji xwe re dewlet ava kirin lê li cem me, her parçeyek di nav problemên xwe de ma, ji kesên din re xebitî û şer kir. Di çaryeka pêşîn a vê sedsalê de firsendek kete destê me. Li Rojhilata Navîn her çar netewe dewletên ku Kurdistan kiribûn mêtingerî, ber bi hilweşandinê çûn. Ji ber vê jî firsendeke mezin kete destê me. Heke Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin derket holê ku di vê sedsalê de em ê karibin bi ser bikevin.
ROLA HUNERMENDAN
Di vê pêvajoyê de hunermendên Kurd hay ji rola xwe hene.Bi nîqaş, rexne û xwerexneyê em bi pêş ve diçin. Hunermend wekî berê li odeyên began hunerê nakin. Em bûyerên civakî dikin bingeha hunerê. Em diyar dikin ku em wijdanê civakê ne û wê xebatên me jî wisa be. Me dît ku baldariyeke mezin heye. Heta ku derfet hebe em ê vî tiştî li Rojava, Başûrê Kurdistanê û Bakur jî pêk bînin. Wê hunermend di nav xwe de platform û înîsîyatîfan ava bikin, bi konserên yekîtiya neteweyî em ê jî tevlî vê pêvajoyê bibin.”
PROVOKASYONA ZÎNÎ WERTÊ
Diyar Dêrsim li ser provokasyona Zînî Wertê jî got ku “Di vê şewbê de her kes bi tendirustiya xwe eleqedar dibe, lê gelo çima rojeva dewleta Tirk naguhere û her dem êrîşên li ser Kurdan dike rojeva xwe. Em dibînin ku hêzên Başûrê Kurdistanê jî dibin maşika van êrîşan. Ev serê 20 salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê herêmeke gerîlayan heye û heta niha li wir tu qereqoleke PDK’ê tune. Ji ber ku em dizanin dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrîşî Qendîlê bike, PDK jî diçe dixwaze li wir bi cih bibe. Tişta bi pirsgirêk ev e ku, îxtîmala Kurd berê çekên xwe bide hev heye. Min digot qey wê Kurd bi hev re şer nekin û nekevin nav planên dagirkeran. Lê gelo wateya ambargoya li ser Mexmûrê, lêkirina dîwarên Serxetê û kolandina xendeqên li Sêmalka tê çi wateyê? Em dizanin ku MÎT li wê derê çirvîtkan diavêje, li wan deran baregehên dewleta Tirk hene, her roj êrîşên hewayî dikin. Herî dawîn li Mexmûrê sê jinên welatparêz hatin qetilkirin.
DIJMINÊN GELÊ KURD
Divê em bipirsin kî dijminên gelê Kurd e? Gelo di navbera Seddam Huseyîn û Erdogan de tu ferq heye? Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê wisa binirxînin. Gelo di wextê de partiyeke Kurdan tevî Sedam êrîşî hêzeke din a Kurd bikira, wê gelê me yê Başûr ji vî tiştî re bigota çi? Mirov ji zarokên 7 salî bipirse jî dizane dijmin kî ye. Heke li derekê dijminekî gelê Kurd hebe, divê li her dera Kurdistanê ev wekî dijmin were dîtin.”
KURDISTAN A HEMÛ KURDAN E
Diyar Dêrsim ji bo gotina Nêçîrvan Barzanî ya ku digot “PKK li welatê me çi digere, bila ji nav axa me derkeve” jî got ku “Her Kurd kîngê bixwaze dikare li ser axeke Kurdistanê bijî. Tu parçe ne malê bavê tu kesî ye. Tu parçe ne malê rêxistineke Kurdan e. Hemû kesên li Kurdistanê xwediyê Kurdistanê ne. Tu kes nikare bibêje ku ev parçe yê min e, parçeyên din min eleqedar nake. Divê li ser prensîban gelê Kurd bibin yek. Ev prensîb jî encax bi kongreyeke neteweyî pêk were. Armanca hunermendên Kurd jî ev e ku, em tevkariyê li vê yekîtiyê bikin.
PROVOKASYONÊN LI SER ZÎNÎ WERTÊ
Bi Şoreşa Rojava re Kurdan prestîjeke mezin bi dest xistin. Her kesî dît ku Erdogan dîktator e û zextê li civak û gelan dike. Di vê pêvajoyê de jî xwestin provokasyonan bikin. Bi provokasyona Zînî Wertê re dixwazin Kurdan bera ber hev bidin. Ev tişt li ber gelê me xefkek e. Divê hêzên Başûrê Kurdistanê nekevin vê xefkê. Li Kobanê pêşmerge, şoreşgerên dinyayê û zarokên gelê Kurd ên mêrxas şehîd ketin û Kurdan prestîjeke mezin bi dest xistin. Ev destkeftî û prestîja gelê me, divê nebe qurbana provokasyonên li Zînî Wertê. Hunermendên li Silêmanî û Hewlêrê helwesteke baş nîşan dan û diyar kirin ku em vî şerî naxwazin.”
BERXWEDANA HUNERMENDAN
Hunermend Diyar Dêrsim bal kişand ser vî tiştî ku divê hunermend li ber xwe bidin û got ku “Divê hunermend netirsin. Divê tu kes xwe venekişîne û li benda pêvajoyê nemîne. Di têkoşînan de, hunermendên ku tevlî têkoşînê nabin, divê ji ber xwe fedî bikin, ji ber ku bîra civakê heye û vî tiştî qeyd dike. Divê tu kes xwe û civakê nexapîne. Divê hunermend tiştên rast bibêjin û ji bo rastiyê têbikoşin. Divê gotina hunermendan ji bo şoreş û azadiyê be.”