Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME’yê, ji ber doza derbarê pêşangeha “Şahidên Şer Vedibêjin” hat vekirin de, Tirkiye mehkûm kir. Dadgeh, diyar kir ku îfadeyên “Şer” û “Gerîla” yên di pêşangehê de hatin bikaranîn teşwîqa tundiyê nakin, balê dikişîne ser pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê tê jiyîn û peyamên aştiyane dide.
Li 5 bajarên Tirkiyeyê, bi 300 kesên xizmên windanyan, malbatên leşker û PKK’iyên jiyana xwe ji dest dayîn re hevdîtin hatibûn kirin, wêne û dimenên wan di pêşangeha binavê “Şahidên Şer Vedibêjin” di 31’ê Gulan 2005’an de li Mihricana Çand û Hunerê ya 5’emîn a Amedê de hatibû pêşandan. Di dema pêşandanê de polîsan bi ser mîhrîcanê de girtibûn û derbarê 7 kesên pêşangeh amade kiribûn de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz vekiribûn.
Di doza li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat dîtin de, ji ber îfadeyên “gerîla” û “şer” ên li ser dîmen û wêneyên malbatan ên di pêşangehê de cih girtin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” ji bo 7 kesan de ji 10 heya 24 mehan cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
Mehmet Talî û Eylem Dîlan Polat bi îdîaya pêşangeh “Propagandeya rêxistinê nake” biryara dadgehê di sala 2010’an de birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM).
DMME: NE TUNDIYÊ AŞTIYÊ TEŞWÎQ DIKE
DMME, li gorî madeya 10’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS), bi îdîaya “Mafê azadiya raman û îfadeyê hatiye îhlalkirin” doz derbarê Tirkiyeyê de vekir û derbarê dozê de biryara xwe eşkere kir. DMME di biryara xwe ya di 25’ê Îlonê eşkere kir de wiha got: “Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi awayekê giştî pêşangeh girtiye dest û tenê ji bo du wêneyan gotiye propagandeya terorê dike. Lê îfadeyên “Şer” û “Gerîla” yên di pêşangehê de hatin bikar anîn jî ne tundiyê, aştiyê teşwîq dikin û balê dikişîn ser pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê tê jiyîn û peyamên aştiyane dide.”
DMME’yê di warê “Mafê azadiya raman û îfade hatiye îhlalkirin” de biryar da û Tirkiye mehkûmê tazmîneta manewî ya 5 hezar Euro kir.