Çalakiya rûniştinê ku di çarçoveya pêngava KCK’ê de li bajarê Strasboûrgê bi beşdariya nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dest pê kir, di roja pêncan de ye.
Çalakiya rûniştinê ku di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” roja 12’ê Cotmehê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dewam dike. Tevî n ûnerên gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji tevgerên şoreşger û ji saziyên baweriyan gelek kes tevlî çalakiyê bûne. Çalakî li wê qadê pêk tê ku ji 25’e Hezîrana 2012’an ve çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dewam dike.
Di çalakiyê de ku rêveber û pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) beşdar bûne, girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê destnîşankirin.
Di çalakiyê de belavok û broşurên li ser fikir û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên belavkirin. Çalakger her wiha di nava rojê de semîneran li dar dixin û li ser têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê nîqaşan dikin.
DOSYA PÊŞKÊŞÎ NÛNERTIYÊN WELATAN HATIN KIRIN
Di çalakiyê de ku di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” pêk tê, tecrîda giran a ku faşîzma AKP-MHP’ê li Ocalan ferz dike û polîtîkayên komkujer ên li herêmê tên vegotin.
Çalakgeran ku doh tevahiya rojê karê agahdarkirinê kir, dosyayek li ser tecrîdê ji doh ve pêşkêşî nûnertiyên daîmî yên welatên endamên Konseya Ewropayê dikin.