Di 8’ê Gulanê de kekê Mehmet Begît, Halîl Begît, li Bêrecêkê, bi çekan êrişî avahiya DEM Partî kiribû.

Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Bêrecûkê hate pêkanîn.

Begît, ji girtîgehê bi riya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.

Hevserokê DEM Partiya Bêrecûkê Hasan Yildiz û parêzerên partiyê di danişînê de amade bûn.

Piştî tespîtkirina nasnameyê, Begît parastina xwe kir û îdia kir ku dema êriş pêk anî “serxweş” bû.

Parêzerê Begît jî îdia kir ku hêmayên sûc çênebûne û daxwaza beraetê kir.

Hevserokê DEM Partiya Bêrecûkê Hasan Yildiz, anî ziman ku êriş li dijî avahiya partiyeke siyasî hatiye kirin û divê ew gilîkar in.

Parêzerê DEM Partiyê Huseyîn Polat jî diyar kir ku di îdianameyê de kêmasî hene û got: Divê di roja êrişê de Begît bi kê re hevdîtin kiriye û kê destek daye wî werin lêkolîn kirin. Çeka ku êrîş pê hatiye kirin jî nehatiye desteserkirin. Ji ber ku çek nehatiye dîtin û kesên divê weke gumanbar li îfadeyên wan bihata guhdarîkirin jî, li wan ne hatiye guhdarîkirin. Îfadeyê wan di dosyayê de nîne. Em dixwazin rewşa girtî bidome.

Dozger jî xwest ku rewşa girtî ya bersûc bidome.

Lê şandeya dadgehê bi behaneya ku “gumana guhertina delîlan û reva girtî nîne” bi şertê kontrola edlî, biryara tehliyeya êrîşkar Hasan Yildiz da û danişîn taloqî 18’ê Îlonê kir.