159 akademisyen, nivîskar, parlamenter û huquqnasan daxuyaniyek hevpar dan û gotin; Di 16ê Gulanê de wê danişîna biryara Doza Kobanê werê pêkanîn. Em di wê hêvî daxwazê de ne ku biryara Doza Kobanê bibe bingeha demokasî û atiya li welat.

Kesên wekî Orhan Pamuk, Rıza Türmen, Rakel Dink, Fikri Sağlar, Ertuğrul Günay, Berrin Sönmez, Zülfü Livaneli, Eşber Yağmurdereli, Oya Baydar ji nav de hene, 159 kesan daxuyaniya hevpar imzekirine û gotin:

Di hilbijartinên herêmî de, gelên li Tirkiyê helwesta xwe nîşan dan, aştî û aramî xwestin. Mercên pêkanîna van daxwazan ew e ku dadgerî, xwe ji bandora otorîteya siyasî rizgar bike û li gorî Destura Bingehîn û dewleta Hiquq tevbigere û dikaribe biryarên serbixe bide.

Welat di qonaxeke ku biryara Doza Kobanê bê dayin de ye. Biryara di danişîna Doza Kobanê de derbikeve, wê hem li hundir û derva badorek mezin bike. Biryar wê bibe nîşaneya serbxwebûna dagderiya Tirkiyê jî.

Ji ber ku wek di mînaka Doza Gezî de hate dîtin, divê dadgerî nebê amurê siyasetê. Doza Kobanê ji bo demokrasî û serdestiya dewleta hiquq dozeke kîlîdî ye. Ne tenê ji bo DEM Partî û ne ji bo gelên herêmekê bi tenê, ji bo paşerojên tevahiya welat xwedî girîngiyek dîrokî ye.

Divê biryara di Doza Kobanê de werê dayin, bibe bingeha bidawîbûna bêhiququya li welat û bibe serxwebuna dagderiyê.

Em di wê hêvî daxwazê de ne ku, Doza Kobanê wê dibe nexşeya aramî û azadiyan.

Ji bo vê jî divê mewzuatên Dadgeha Bestura Bingehîn -AİHM li ber çavan bêne girtin û li gorî daxwaza Komîteya Wezîrên Ewropa, hemû girtiyên ji Doza Kobanê werin berdan.

Divê Şandeya Dadgehê, bi biryara xwe, rê li ber hemû rageşiyan bigire û bêhiquqiyan ji holê rake û rê li ber aramî û ewlekariya civakê veke.

Em di wê hêvî û li wê bendweriyê de ne ku biryara Doza Kobanê, wê bibe bingeha avakirina dewleta hiquq û aştiya civakên li Tirkiyê teva,.