Di 3ê Cotmeha 1993an de, li bajaroka Vartînîs ya Mûşê, ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes di malê de hatin şewitandin.
Derbarê kujeran de doz hat vekirin. Doh jî, 18mîn rûniştina dozê li 1mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Kirikkale hat pêkanîn.
Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz, Sirri Sakik, ji rayedarên HDPê Parêzer Ozgur Yaldiz û xizmên malbatê Nurullah Ogut û Murat Ogut di rûniştinê de amade bûn.
Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk jî, wek şahidê komkujiyê û parêzerê malbaatê bi riya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû.
Prz. Karaçelîk got; Divê doza Vartînîsê, weke dozên Madimak, Mûsa Anter û JITEMê, bi behaneya derbasbûna demê neyê betal kirin. Doza Vatînîs, sucê mirovaniyê ye. Ev bûyer di bin fermandariya fermandarê cendirmeyan de hate pêkanîn. Di hiqûqa navneteweyî de, sûcên li dijî mirovaniyê bi derbasbûna demê re bi dawî nabin. Doza Vartînîs ne doza malbatê ye, doza her kesî ye û komkujiyek e.
Parêzer Yaldiz jî got; Şewitandina zarokan sûcê qirkirinê ye û divê di wê çarçoveyê de bê dîtin.
Serokê şandeya dadgehê jî diyar kir ku di nirxandina dawî de, ew ê rîska derbasbûna demê bi nirxinin û danişîn taloqî 1ê Mijdarê kir.