Dozger di rûniştina Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de xwest bersûc bên berdan.

Rûniştina biryarê ya dozê ku di nava raya giştî de weke ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ tê naskirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Begum Erdogan keça Namik Erdogan ku yek ji 19 kesên hatin înfazkirine û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.

Dozgeriyê îdîa kir ku Ayhan Çarkin ispatek pêşkêş nekiriye, lewma rewş bi rengekî eşkere nehatiye diyarkirin. Dozger xwest dosya Mahmût Yildirim bê cudakirin û bersûcên din bên berdan.

Xizmên windayan jî nerazîbûn nîşanî biryarê dan û gotin, “Em zanin ku edalet li vê deverê pêk nayê. Bersûc ji van bûyerên kuştinê hemûyan berpirsyar in. Ew di wijdanê me de mehkûm bûn.”