Dadgeha herêmî polis û eskerên ku ji kuştina Nasir û Eşref Ogut li gel 7 zarokên wan li xaniyê gundê Vartinisê şewitandin dihatin darizandin beraet kiribû. Dozgerê dadgeha bilind, biryara beraeta kujeran îtîraz kir. Parêzerê malbatê Kadir Karaçelik, diyar kir ku îtîraz kêfxweşiyê dide wan, lê tenê îtîraz têr nake.

Li çoltera bajaroka Vartînîsê ya Mûşê di 2-3’ê cotmeha 1993’yan de piştî di pevçûnê de binefserek û PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyî bi ser gund de girtin, gund şewitandin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê komek leşker hatine bajarokê avahiya şaredariyê gulebaran kirine û gefa “em ê bi şev bên bajarokê bişewîtînin” kirine.

Komek leşkerên Tirk ku çûne gundê Ardongê û gundî bi Alîkarî PKK’ê sûcdar kirine û axûr, giha û malên kesên necerdevan in şewitandine. Leşkerên ku piştre derbasî gundê Vartînîsê bûne li vir jî gelek mal şewitandine. Di encama bûyerê de welatî Nasir Ogut, hevsera wî ya ducanî bi 7 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî çend salan ancax di 4’ê îlono 2013’an de têkîldarî bûyerê doz hate vekirin. Doza ku bi hin hincetan hate taloqkirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê dihat ditin, piştre jî di 4’ê kanûne 2013’an de girtin Kirikkaleyê.

4’emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hate dîtin. Herî dawî doz di 1’ê Adara 2016’an de bi encam bû û kujer hatin beraatkirin. Piştî Teymenê Jor Hanifî Akyildiz, Serçawîş û Fermandarê qereqola Gokyazi Turhan Nûrdogan, Midurê Taxa Tevgera Taybet ê Midûriyeta Polisan a Mûşê Şerafettîn Us ku ji kujera welatiyan dihatin darizandin beraet kiribûn. Piştî biryara dadgeha herêmî parezeran serî li dadgeha bilind dan. Dozgerê Dadgeha Bilind Fehmi Tosun, serlêdana parêzeran nirxand û biryara dadgeha herêmî îtiraz kir û xwest ji nûve kujer bên darizandin.

DOZGER ÎTÎRAZ KIR
Parêzere malbatê Prz. Kadîr Karaçelîk, bi sedema “Darizandin kêm hatiye kirin” biryara dadgeha herêmê îtîraz kir û serî li dadgeha bilind da. Li ser vê yekê dozerê Dadgeha Bilind îtîraza parêzeran qebûl kir û biryara dadgeha Herêmî îtîraz kir. Dozger Fehmî Tosun, li ser îtîraza 2’ê Nîsana 2018’an biryara dadgeha herêmî itîraz kir û xwest ji nûve doz bê dîtin.

PRZ KARAÇELÎK: ME HEMÛ DELÎL PÊŞKÊŞ KIRIN
Parêzere malbatê Kadîr Karaçelik, jî diyar kir ku îtîraza dozger girîng û erênî ye, lê têr nake. Karaçelik, diyar kir ku ji seri heta dawî rewş hîs kir û wiha got: “Xwestin dozê kujer nediyar bikin û ser dozê bigirin. Wekî vê dozê gelek dozên din ji hene. Hemû kesên ku zagonan dizanin wîcdanê wan bêzar dikir. Biryara dozger erênî ye, lê têr nake.”