Polîsên Elman ku sala 2018’an derî û paceyên Komeleya Kurdan a li Berlînê şikandin û bi vî rengî avêtin ser, wê tazmînatê bidin. Dozgeriyê diyar kir ku ‘delîla sûc’ a ku lê dihate gerîn nehatiye dîtin, bi vî rengî dosya lêpirsînê girt.
Dozgeriya Berlînê lêpirsîna beriya bi 3 salan a li ser komeleya Kurd a girêdayî NAV-DEM’ê neheq dît û dosya girt.
Lêpirsîna di behsê de bi îdîaya pûç a yekîneyên ewleehiyê dest pê kiribû. Bi armanca çalakiya piştevaniya bi Efrînê re ku dewleta Tirk êrîş anîbû ser Efrînê, dozger got di xwepêşandanê de wê ‘sûc were kirin”, bi fermana dozger polîsan bi ser komeleya Kurd û bûroya Civaka Azad de girtibû.https://www.youtube.com/embed/KwWNAKQkXwI?rel=0
Dozgeriyê got, ”delîlên sûc ku em lê digeriyan nedihatin ditîn”, dosyaya lêpirsînê girt, lêgerîna polîsan a li saziyan jî neheq dît. Her wiha di serî de ya derî û pencereyên ku hatine şikandin polîsa wêwê zirara madî bidin. Parêzer Dr. Lukas Theune ku rêveberê komeleyeke Kurd e ku lêpirsîn lê hatibû vekirin, dyar kir ji ber ku dosya hatiye girtin ew şaş nemaye.
Theune got li Elmanyayê lêpirsîn û girtina polîsan a bi ser saziyên Kurd de, ku parçeyek ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan e, ji serî de neheq e, derî hiqûqê ye. Theune got,”Hewldaneke dî ya krîmînalîzekirina Kurd bêencam ma”. Theune her wiha got giliyê Civaka Azad a Karlsrûheyê ya li Dadgeha Destûrê hê bi encam nebûye.
13’ê Hezîrana 2018’an polîsên Elman bi ser komeleya Civaka Azad û komeleya Navenda Civaka Kurd de girtibû, her wiha bi ser malên rêveberên NAV-DEM’ê de girtibûn, derî û pencereyên saziyên Kurdan şikandibûn.
Polîsan çalakiyeke ku plansaziya wê hatibû girtin 3’yê Kanûna 2017’an ji bo Efrînê bikin lê çalakî pêk nehatibû kire hêncet, dozgeriya Berlînê îdîa kiribû bi xwepêşandana navborî wê ”yasaya komeleyan were binpêkirin”. Polîsan demeke dirêj li saziyên Kurdan geriyabû, gelek derî şikandibûn û dest li ser kompîtiran danîbûn.