Alîkarê berê yê Hevserokên KNK’ê Dr. Bengî Haco ku Înê jiyana xwe ji dest da li bajarê Vasteras ê Swêdê bi merasîmekê hate veşartin.
Merasîma cenaze li bajarê Vasterasê pêk hat û tevî Swêdê ji gelek welatên Ewropayê, ji Tirkiye û Kurdistanê dost tevlî merasîmê bûn.
Bi navê KNK’ê Ahmet Karamûş axivî û diyar kir, ew gelekî xemgîn in ku rewşenbîrekî Kurd ê humanîst, welatparêz û rasteqîn ji dest dane. Di serî de ji malbata wî ji tevahiya dost û Kurdistaniyan sersaxî xwest.
Karamûş ji bo Haco got, “Bi nivîs, analîz û tezên xwe yek ji rewşenbîrên bijarte yê gelê Kurd bû. Wê nexweşî li pêşiya têkoşîna xwe ti carî weke astengî nedît. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe bûyerên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve şopand.”
YEKÎTIYA GELÊ KURD JI BO HACO TIMÎ GIRÎNG BÛ
Karamûş destnîşan kir, yekane rêya serketina gelê Kurd pêkanîna stratejiya neteweyî û yekîtiya gelên Kurdistanê ye û got, “Haco di gotar û analîzên xwe de timî girîng da yekîtiya gelê Kurd. Bi vê perspektîfê demeke dirêj li nava KNK’ê kar kir, çar salan wezîfeya Alîkariya Hevserokên KNK’ê kir.”
Karamûş got, “Ew doktorekî tipê bû. Xwendina xwe li Tirkiyeyê qedand. Mirovekî humanîst bû ku dema li Rojava doktorî dikir mirovên xizan bê pere tedawî dikir. Ji bo me wezîfe ye ku em xwedî li nirxên wî derkevin. Em ê têkoşîna wî ya nîvco bidomînin.”