Dr. Hagen Ernstbrunner serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ên li Viyanayê kir û got, wê ji niha û pê ve her du çalakgeran bi rêk û pêk kontrol bike.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyên bi navê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 48 roj in di greva birçîbûnê de ne. Dr. Hagen Ernstbrunner ku demeke dirêj doktorê sereke yê Nexweşxaneya Rudolfstiftung a Viyanayê bû, serdana çalakgeran kir.

Dr. Ernstbrunner ku aktîvîstê rêxistina Doktorên Sînornenas e, kontrola tenduristiyê ya Agaoglû û Yîgît kir. Dr. Ernstbrunner piştre bi berxwedêran re sohbet kir û anî ziman, tevî ku çalakiya greva birçîbûnê ketiye roja 48’an jî çalakger bi moral û xwedî îrade ne.

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ ÇALAKIYEKE BI WATE YE’

Dr. Ernstbrunner anî ziman, çalakger li pêşberî ronahiyê hesas bûne û ragihand, wê ji niha û pê ve tevî hevalekî xwe yê din ê doktor, rewşa çalakgeran a tenduristiyê bi rêk û pêk kontrol bikin. Dr. Hagen Ernstbrunner diyar kir, greva birçîbûnê çalakiyeke hem watedar e hem jî gelekî zehmet e.

Doktorê Awûstûryayî bi bîr xist ku greva birçîbûnê li dijî tecrîdkirina Ocalan tê kirin û got, “Ez daxwaza çalakgeran fêhm dikim, daxwazeke di cih de ye. Nizanim bê çalakiyên greva birçîbûnê bi giştî bi ser dikevin an na. Lê belê qet nebe Kurd bi rêya vê çalakiyê balê dikişînin ser mafên wan ên hatine xespkirin.”

Dr. Ernstbrunner diyar kir ew demeke dirêj e têkoşîna Kurdan nas dike, demekê li Kurdistanê jî doktorî kiriye û hewl daye timî bi gelê Kurd re be. Dr. Hagen Ernstbrunner xwest, çalakgerên greva birçîbûnê bi tenê neyê hiştin.