‘ Wê bi azadiya Ocalan aştî vegere Tirkiyeyê û şer nemîne’
Siyasetmendarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku bi derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê Kurd bigihîn mafên xwe yên rewa. Dr. Mehmûd azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan li pêşiya Kurdan qezanca Tirkiyeyê dibîne û got: “Bi azadiya Ocalan wê aştî vegere Tirkiyeyê û şer nemîne.”
Siyasetmendarê Kurd Dr. Mehmûd Osman têkildarî kampanya ji derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û bandoriya wê li ser doza Kurd û aştiya herêmê bersiva pirsên Rojnews’ê da.
- Çima PKK xistin ‘lîsteya terorê’ û bandoriya wê li ser doza gelê Kurd çiye?
Dema ku Tirkiyeyê daxwaz kir ku PKK’ê bixin ‘lîsteya terorê’ de û Emerîka daxwaza wê erê kir, Ewropa jî bi hînceta ku çek hilgirtiye û parastina xwe dike, li pey vê biryarê çû. Eger bi hûrî temaşeyî vî şerî ku li Tirkiyeyê heye, Tirkiyey terorîste û terora dewletê li dijî gelê Kurd bikar tîne, ev 40 sale encam nedaye. Li hemberî Rojava û Başûr jî vî şerê dike. Li ber vê bi neheqî PKK’ê xistine ‘lîsteya terorê’ de. PKK parastina doza rewşa ya gelekê dike. Eger hikûmeta Enqerê daxwaza aştiyê bike û PKK red bike, wê demê dikarin bêjin şaşiya PKK’ê ye. Lê, di bingeh de xetaya Tirkiyeyê ye. Mixabin ji ber piştgiriya Emerîka heta niha PKK di ‘lîsteya terorê’ de ye, lê di encamê de divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxisitn. Ew hikûmetên ku mafê gelê Kurd nasneke ewane terorîst in.
- Li ser asta navneteweyî û herêmî piştgiriya kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ tê kirin, gelo wê bandoriya xwe hebe?
Nizim, lê di bingehe de eger niyata Emerîka ya derxistinê hebe yan jî ya Yekîtiya Ewropa, wê derbixin. Lê, heta Enqere vî şerî berdewam bike û israr bike ku PKK terorîste, dibe ku ne hêsan be. Lê, divê kampanya berdewam bike.
- Di dawiya sala borî de, kampanya komkirina 4 milyon îmzeyan hatiye destpêkirin, gelo wê bandoriya wê hebe?
Wile wê bandoriya wê hebe. Mûmkûn nîne ev daxwaz were pejirandin. Lê, divê ev kampanya berdewwam bike. Giranî dikeve li ser kar. Eger Kurdên parçeyên din vê daxwazê bikin, wê bandoriya wê zêdetir be.
- Ji derveyî destpêkirina kampanyayê, çi riyên din ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ heye?
Divê PKK bi xwe jî hewl bide û li gel partiyên Kurdistanê yên li her parçeyên Kurdistanê lihev bikin. Hewl bide di nava Kurdan de peywendiyên hevkariyê zêdetir di nava wan de hebe. Kîlala kar li Enqerê ye û heta Tirkiye şerxwaz be û şer li gel Kurd bike, wê ev ‘lîsteya terorê’ berdewam be. Kengê karek wiha kir ku Enqere aştî û diyalogê bike, wê demê hêsane dewletên din ji ‘lîsteya terorê’ derbixin. Ji ber ku dewletan ji ber Tirkiyeyê PKK xistiye ‘lîsteya teror’ê de. Lê, divê Tirkiye fam bike ku ev qas sale şer dike û sûdê wê nebûye, lê wiha siwarî serê xwe bûn û berdewam bûn. Herwiha daxwaz ji derve bike, zextê li Tirkiyeyê bike. Her pêşengiyek ji bo aştiyê divê Kurd û PKK pêşwazî lê bikin, lê Tirkiye şer berdewam dike.
Dibe ku kampanya hinek tişt yekser çareser neke, lê divê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û azadiya Ocalan ku gelek di berjewendiyên Tirkiyeyê de berdewam bike. Ji ber ku wê aştiyê pêk bîne û şer namîne. Ji derveyî vê jî Demîrtaş jî girtiye û salene cezeyek nû didinê û Dadgeha Ewropa daxwaza berdana wî kiriye, lê Tirkiye red dike. Sedem jî ewe ku Emerîka li pişt Tirkiyeyê ye û Emerîka ne dostê Kurdane. Dost ewe ku qebûl bike ku tu jî miletekî û mafê te heye.
- Biryara Dadgeha Belcîka ya PKK’ ne ‘terorîste’ ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ çiqas bandore û rê xweş dike?
Hemû biryarên li ser derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê bandorî û sûdê xwe ji bo kampanyayê hebe.
- Gelo wê derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bandoriyê li ser doza gelê Kurd bike?
Derxistina PKk’ê ji ‘lîsteya terorê’ tişek başe û derfetên aştiyê çêdibe. Ji bo Kurd bigihîn mafê xwe bandoriyê dike. Cotrafiya me ketiye nava çend dewletan de û dijminên me nin. Pirsgirêka Kurd PKK nîne. Li vir referandûm hate kirin, me dît, li hemberî Kurdan çi kirin. Lê, divê Kurd mijûl bin û hewl bidin û siyaseta navneteweyî biguhere. Baweriyê bide civaka navneteweyî ku mileteke û mafê wê heye dewleta xwe hebe.
Di dawiyê de çi peyama we heye?
Daxwaza min ewe ku Kurd piştgiriya hev bikin û piştgiriya vê kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û azadkirina Ocalan bikin. Her pirsgirêkek di navbera PKK’ê û aliyek siyasî de heye, bi diyalog û aştiyê çareser bike. Ji ber ku şerê Kurd bi Kurd kêfa dewletên dijminên Kurde.
(ab)