Rûniştinên du dozên têkildarî Rojnameya Ozgur Gundemê pêk hatin. Di herdu dozan de rûniştin ji bo 13’ê Tîrmehê hate taloqkirin.
Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryarnameya bi hukmê qanûnî ya desthialtdariya Tirk hate girtin, doz lê hatibû vekirin.
Di dozek ji wan de Hevberpirsyarên Weşana Giştî Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr Kaya, Midûrê rojnameyê yê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya û Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle bi îdîaya “Biçûkxistina hikumetê, organên dadgeriyê yan jî rêxistina emniyetê” û “Biçûkxistina milet, komara Tirk û meclîsê” dihatin sûcdarkirin.
Rûniştina dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat û Aykol, Kaya, Kizilkaya û Dîcle tevlî nebûn, parêzerên wan Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz amade bûn.
Heyeta dadgehê rûniştina dozê ji bo 13’ê Tîrmehê taloq kir.
Li heman dadgehê rûniştina 16’emîn a darizandina rojnamevan Can Dundar û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya jî pêk hat. Her du jî bi “heqareta li wezîfedarên cemaweriyê” tên sûcdarkirin.
Rûniştina vê dozê jî ji bo 13’ê Tîrmehê hate taloqkirin.