ŞIRNEX – Zekeriya Aşkin û Kerem Ayas ku ji heman taxê ne û hevalên hev in, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Dayikên her du girtiyan xwestin daxwaza zarokên wan pêk bê. Kerem Ayas û Zekeriya Aşkin ku di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016’an de li Silopiyaya Şirnexê hatin girtin, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di greva birçîbûnê de ne. DI 16 SALIYA XWE DE HATIN GIRTIN Kerem Ayas (20) ku di 16 saliya xwe de hat girtin û bi “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn, niha li Girtîgeha Ordûyê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Hevalê Ayas, Zekeriya Aşkin jî bi heman îdaayê hat girtin û 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Aşkin, li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. ‘DESTÊN XWE VEDIŞARTIN’ Dayik Leyla Ayas ku herî dawî du hefte berê kurê xwe dîtiye, diyar kir ku kurê wê pir zihîf bûye û destên wî direhilîn. Ayas, got: “Ji bo destên wî nebînim dixist bin maseyê an jî li pişt birayê xwe vedişart. Li wir min tiştek negot, lê tu hal di wan de nemabû.” Dayik Ayas, diyar kir ku kurê wê gotiye: “Heta em sax bin em ê li ber xwe bidin. Hûn jî li malê rûnenên.” Dayik Ayas, diyar kir ku du meh in xweşikî nikarin xwarinê bixwin û got: “Çima mirov bêdeng in? Her kes li mala xwe rûniştiye. Divê êdî em rabin û xwedî li zarokên xwe derkevin.” ‘MIN BI DESTÊN XWE DESTÊN WÎ YÊ CEMIDÎ GERM DIKIR’ Nergîz Aşkin (39), diyar kir ku 6 zarokên wê hene, sê zarokên wê kerr in û kurê wê yê girtî tenê ne kerr e. Aşkin, diyar kir ku herî dawî di 1’ê Nîsanê de kurê xwe dîtiye. Aşkin, bilêv kir ku kurê wê pir zihîf bûye û got: “Destên wî qek qeşayê bûn. Min destên wî bi destên xwe germ dikirin. Wexta min germ kir, xwên lê gerya. Tenê ne kurê min, girtiyên din jî wisa bûn. Îjar em ê çawa deyax bikin.” Aşkin, diyar kir ku kurê wê gotiye her sibeh davêjin ser odeya wan û alavên wan belawela dikin û du hevalên wan ên di greva birçîbûnê de xistine hucreyê. Aşkin, bilêv kir ku kurê wê gotiye wan jî ev rewş protesto kiriye û 15 rojan nehiştine kîlo, şekir û tansiyonê wan bê kontrolkirin. ‘ÇAWA RADIKEVIN’ Aşkin, anî ziman ku ji roja ku kurê wê ketiye greva birçîbûnê xweşikî xew bi çavê wê nakeve û got: “Wexta serê xwe datînim ser balgiyê girtî tên bîra min. Ev zarok birçî ne, çawa radikevin? Tenê neketime etra kurê xwe. Ez xwe dixim şûna wan, xew bi çavê min nakeve. Wexta gepe nan bixwim jî hêstir ji çavên min tên. Bila tecrîdkirina zarokên me bi dawî bbe, bila her kes rabe ser piya. Em dengê xwe bilind bikin. Êdî bes e.” Parve bike:
Du hevalên hev ê zarokatiyê bi hev re di greva birçîbûnê de ne
