Meclisa Kantona Efrînê bi koordîneya Rêveberiya Xweser û komînan pêşkêşkirina alîkariyan û sotemeniyê bi awayekî mehane û nîv mehî li şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê û navçeyên wê bi cih bûne, didomîne.

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrînê ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de neçar man ji warên xwe derkevin ,li kantona Şehbayê û navçeyên wê bi cih bûne.

Ruxmî dorpêçkirina ku li kantonê hatiye ferzkirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe yên heyî li gel paşguhkirina rêxistinan a pêşkêşkirina alîkariyan, alîkariyan li şêniyan belav dike.

Mehane 25 hezar pakêt tên belavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her du kantonên Efrîn û Şehbayê alîkariyên xwarinê peyda dikin. Ji aliyê xwe ve Komîteya Kar û Barên Civakî ya girêdayî Meclisa Kantona Efrînê bi koordîneya komînên navçe û gundên Şehbayê alîkariyan li şêniyan belav dikin.

Peydakirina mazotê

Bi hatina zivistanê re û ji ber rewşa hewa ya sar a kantona Şehbayê, Meclisa Kantona Efrînê mazot û sobe peyda kirin û li şêniyan belav kirin. Her wiha meclisê zêdetirî 25 hezar bermîlên mazotê li şêniyan tevî sobayan belav kiriye.

Endamê Komîteya Kar û Barên Civakî Şêrîn Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku tevî astengiyan û nehevkariya rêxistinan, lê ew li gorî derfetên rêveberiyê pêdiviyên şêniyan peyda dikin.

Şêrîn tekez kir ku ji bo peydakirina hemû pêdiviyên şêniyan û alîkariya malbatên xizan ji hemû aliyan ve dê bixebitin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê komîna gundê Ehdas Osman Îbiş destnîşan kir ku komîn bingeha civakê ye û ji erka wan e alîkariya şêniyan bikin. Îbiş bi bîr xist ku şênî tevî şert û mercên dijwar li ber xwe didin û li benda rizgarkirina Efrînê û vegera wê ne.

Xemsariya rêxistinên mirovî

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Fatme Hisên a ji şêniyên navçeya Recoyê ye û niha li gundê Ehdas bi cih bûye, spasiya komîn û Rêveberiya Xweser kir û wiha got: “Ji 9 mehan ve em li vir li ber xwe didin, lê heta niha rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin, alîkariya me nekiriye.”

Welatiya bi navî Fîdan Elî tekez kir ku komîn li gorî derfetên xwe alîkariya şêniyan dikin û wiha got: “Em tiştekî ji bilî vegera Efrînê naxwazin.”

(şx)

ANHA