Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, anî ziman ku herî dawî cezayê dîsîplînê yê pûç, ji bo 3 mehan eşkere kirin û got; Parêzeran gotin, ji bo astengkirina hevdîtinê vê dikin.
Ev gotin rastin, lê têra tespîkirina armancê nakin. Ne tenê ji bo astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMMEê vê dikin.
Divê hiqûqnas bi vê zanibin; ji bo astengkirina mafê jinûve darizandinê yê di sala 25’an de ev kirin.
CPT, DMME, Konseya Ewropa û saziyên dewleta Tirkiyê li hev kom bûn, li ser fikirîn ku vê yekê çawa dikaribin vê biryarê pûç bikin. Cezayên dîsîplînê jî bi vê armancê têne dayin.
Weke girtiyekî bê dîsîplîn nîşan didin û dibêjin, jinûve darizandin ne pêwîst e.
Hiqûqa Ewropa hiqûqa şeklî ye. Bi esasê mijarê ve mijûl nabe, kirasekî lê dikin û dadgehkirina nû asteng kirin.
Duran Kalkan got; Li Îmraliyê hiqûqa Ewropayê derbas dibe. Hiqûqa dewleta Tirkiyê jî heye, lê sîstema Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê Konseya Ewropa, ji aliyê CPT ve hatiye birêxistinkirin e.
Rêber Apo got; Dema hatim vir, min CPT li pêşberî xwe dît’.
Lewma li gorî hiqûqa Ewropayê diviyabû di sala 25’an de teqez jinûve darizandin bihata kirin. Ji bo asteng bikin, cezayê disîplînê didin.
Eger dewleta Tirk bigota qanûnên min vê yekê ferz dike, têra astengkirina ji nû de dariznaindê ne dikir. Bi kirasekî bi vî rengî yê hiqûqî asteng kirin.
Dema Rêber Apo, di 25’ê Adara 2021’ê de, bi birayê xwe re bi kurtî bi telefonê axivî got. Parêzerên min nayên. Got, hûn hemû di vê rewşê de sûc dikin.
Çian ev gotin gotin* Ji ber ku karê xwe bi parêzeran re hebû. Apo ev rewş dît kuhîle tê kirin. Li hemberî hîleyê ji bo têkoşîna hiqûqî bimeşîne, wî parêzeran bike nava liv û tevgerê.
Lê bi astengkirina hevdîtina parêzeran, bi cezayên pûç yên dîsîplînê kirasekî hiqûqî lê kirin. Bi vî rengî têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo asteng kirin. Divê ev yek bê dîtin.
Mixabin têkoşîna me ya ji bo têkbirina hîle û lîstikan têrê nekir.
Rast e çalakî têne kirtin, têkoşîn dewam dike. Em li her qadê çalakgeran silav dikin. Li derveyî welat jî, li çar parçeyên Kurdistanê jî gel li ser piyan e, jin li ser piyan e, dayikên me li ser piyan e. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Ev hemû pêşketin e. Lê têra têkbirina lîstikê nakin. Hîleyan dikin.
Li pêş çavên mirovan hîle kirin. Û piştre jî bi vê rewşa kêmayî dixwazin me hînî vê rewşê bikin. Divê em vê hileyê hem mahkum hem pûç bikin.