Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst yên li dijî destketiyên Tevgera Azadiyê nirxand.
Duran Kalkan da zanîn ku desthilata AKP’ê ji bo pêşî li pêşketina şoreşgerî ya dîrokî bigire, dest bi pêvajoyeke berfireh a siyasî û eskerî kir û ev tişt anî ziman:
Ji 24’ê Tîrmehê vir ve desthilata faşîst dixwaze li Rojava, Bakur, Başûr û Tirkiye pêşî li pêngavên şoreşgerî yên mezin bigire.
Bêguman êrişên dijmin beriya her tiştî xwedî karaktereke tolhildanê ye.
Faşîzma AKP’ê dixwaze tola têkçûna xwe ji Kurdan hilîne.
Hewl dide tolê ji Rêber Apo, ji tevgera me ya azadiyê, ji siyaseta demokratîk, ji gelê Kurd, ji hêzên demokratîk ên Tirkiye hilîne.
Duran Kalkan ragihand ku desthilata AKP- MHP’ê paşeroja xwe û mana xwe ya li desthilatê bi şer ve girêdaye û got:
Desthilata AKP’ê dirêjkirina temenê xwe di êrişên topyekûn ên eskerî û siyasî de dibîne.
Vî şerê xwe yê qirêj jî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê dimeşîne.
Her wiha dixwaze ku bi zêdekirina êriş û şer re piştgiriya hêzên paşverû yên faşîst ên li Tirkiyê werbigire.
Dûran Kalkan destnîşan kir ku ev êrişên tên kirin ji bo şikandina îradeyê û teslîmgirtinê ye û got:
Li dijî van êrişan helwest û tedbîr şert e. Helwest û berxwedana ku van êrîşan têk bibe pêwîst e.
Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê û êrişên wê yên şerê taybet ên topyekûn bên têkbirin, şert û merc guncav in.
Ya pêwîst pêşengî ye, afirandina milîtaniya pêşeng e.
Divê em pêvajoya nû bi vî rengî fêhm bikin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî jî bi vî rengî bi cih bînin.